- KCKʼê daxuyaniya Mesûd Barzanî şirove kir û got: “Daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK'ê ji bo rewakirina polîtîkaya xwe ya şer e. Eşkere bûye ku propagandaya reşkirinê ya tê kirin, derew e.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand. Hin beş ji daxuyaniya KCKʼê weha ye. KCKʼê di daxuyaniyê de got; ”Komîteya Rêveber a PKK’ê û Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku ti pirsgirêka wan bi PDK’ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re nîne. Diyar kirin ku PDK ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk û zextên dewleta Tirk, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd ketiye nava helwestên neyînî.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bersiv da îdîayên Barzanî ku gotibû, ‘dema ku pêşmergeyan li dijî DAÎŞ‘ê şer dikirin, PKK’ê hin herêm dagir kiriye’ û wiha got, ”Gerîla Şengal ji hêzeke din nestand, lê ji DAÎŞ‘ê rizgar kir. Bi vî rengî PDK rizgar kir ku nebe berpirsyarê qirkirineke mezin. Vê destwerdana gerîla beriya her tiştî rûmeta PDK’ê parastiye. Piştî referandûma 2017’an dema ku li Kerkûkê şer qewimî, yên ku heta dawiyê Kerkûk parastin û herî dawî jê derketin gerîla bûn.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel hevrê Mûrat Karayilan bi daxuyaniyekê diyar kir ku PDK bi veguhastina hêza leşkerî û çekan dixwaze gerîla dorpêç bike. Destnîşan kir ku ev yek amadekarî û zexta şer e û bang li raya giştî û gelê Kurd kir ku hay ji rewşê hebe. Ji Serokê Giştî yê PDK’ê Birêz Mesûd Barzanî xwest ku pêşî li vê rewşê bigire. Raya giştî ya Kurd li benda bersivê bû û di demeke wiha de Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê hincetên xwe yên ji bo rewakirina biryara xwe ya şer, eşkere kir. Hincetên ku gelê Kurd bi rengekî vekirî pê zane, bi rengekî berevajî ragihand û hewl da raya giştî şaş bike.
Nêta xwe ya şer nîşan dan
Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de hincetên xwe yên têklidarî veguhastina hêza leşkerî ya ji bo qadên gerîla û daxwaza xwe ya ji bo dorpêçkirinê eşkere kir. Bi vî rengî raxist pêş çavan ku nêta wan heye ku li dijî PKK’ê şer bikin, biryareke wan a bi vî rengî heye û ji bo bicihanîna vê biryarê jî li benda zemîn û firsendê ne. Piştî gotina ‘Me şerê nava Kurdan heram kiriye, lê belê...’ hin hincet eşkere kir û bi vî rengî ragihandin ku wê ji ber van hincetan şer bikin. Gelê Kurd li bendê bû ku bi nêzîkatiyeke bi berpirsyarî dest ji şer berdin, lê belê bi rêya vê daxuyaniyê bang kirin ku gerîla dest ji herêmên lê ne berdin, dest ji têkoşîna man û nemana Kurdan a li dijî dewleta Tirk berdin. Bi vî rengî zelal bû ku qadên gerîla bi kîjan armancê hatine dorpêçkirin.
PDK pirsgirêka xwe heye
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku ti pirsgirêka wan bi PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re nîne. Diyar kirin ku PDK ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re û ji ber zextên dewleta Tirk, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd ketiye nava helwestên neyînî. Berevajî daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî, ne pirsgirêka PKK’ê bi statuya Başûrê Kurdistanê re heye, ne jî ji aliyê leşkerî ve xwe ferz dike. Berevajî; yê ku ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re pirsgirêka xwe bi PKK’ê re heye; yê ku bi dorpêçkirina herêmên gerîla ji aliyê leşkerî ve xwe ferz dike, PDK bi xwe ye. Dinya hemû baş zane; bêyî ku dijberiyê li PKK’ê bike nepêkane ku bi dewleta Tirk re têkiliyeke baş bê danîn. Dewleta Tirk dema ku bi tevgereke siyasî ya Kurd re têkiliyê deyne, ev yek teqez li ser dijberiya PKK’ê ye.
Bi gotina ‘Pirsgirêka PKK’ê bi statuya Başûrê Kurdistanê re heye û zerarê dide vê statuyê’ hewl tê dayin ku li nava raya giştî ya Kurd têgihiştineke şaş bê afirandin û bi vî rengî êrişkariya xwe rewa û mafdar bikin. Eger îro li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê hin destketî hebin, di vir de para PKK’ê mezin e. Di parastina van destketiyan de jî rola PKK’ê heye. Eger PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 50 salî, bi deh hezaran şehîdên xwe, bi deh hezaran gaziyên xwe, bi sed hezaran dîlgirtiyên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê atmosfereke siyasî ya Kurd neafirandibûya, nepêkan bû ku destketiyên heyî bihatina afirandin û parastin. Lewma di afirandina destketiyên li Başûrê Kurdistanê de ne tenê para PDK’ê heye, para partiyên din ên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê heye ku ev par nabe bê înkarkirin.
PKK wê heta dawî destketiyan biparêze
Yên ku herî zêde gefê li destketiyên li Kurdistanê dixwe, dewleta Tirk a mêtinger qirker û DAÎŞ e. DAÎŞ‘ê li Rojava, Başûr û Bakur êrişî hêzên azadiyê û destketiyên gelê Kurd kiriye. Li pişt van êrişan jî dewleta Tirk hebû ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Dema ku DAÎŞ’ê êriş bir ser Başûrê Kurdistanê, metirsî derkete holê ku destketî hemû ji dest biçin. Li hemberî vê metirsiyê, hêzên gerîla bêteredut yekser dest bi parastina Başûrê Kurdistanê kirin. Hêzên gerîla deriyê Hewlêrê parast û ji bo Kerkûk nekeve destê DAÎŞ‘ê mil bi mil li gel pêşmergeyan şer kirin. Hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê bang li gerîla kirin. Ev bang jî bi agahî û erêkirina rêveberiya PDK’ê hate kirin. Dema ku DAÎŞ kete nava liv û tevgerê nîvê Hewlêrê vala bû û wê demê hêzên gerîla deriyê Hewlêrê parastin. Ji bo spasiya gerîla bike, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî çû kampa Mexmûrê. Spasiya ji fermandarên mezin ên HPG’ê Şehîd Têkoşer Gever kir. Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî dewleta Tirk rexne kir ku ti alîkarî bi wan re nekir û tenê li êrişa DAÎŞ’ê temaşe kir. Di rewşeke wiha de ku rastî bi vî rengî ye, gelo gotina ‘Dema ku DAÎŞ’ê êriş kir PKK’ê hin dever dagir kir’ nayê wê wateyê ku henekê xwe bi hişê gelê Kurd dike?
Gelo ji dagirkeran nerazî ne?
PDK ji gerîlayên ku li her parçeyê Kurdistanê 40 sal in têdikoşe re dibêje dagirker lê ji qereqol û baregehên dewleta Tirk ên ku qadên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê re dagir kiriye û wekî di referandûma sala 2017’an de diyar kiribû ku ew pêşengên dijminatiya Kurdan in, tiştekî nabêje. Bi ser de hebûna van hêzên dijminatiya Kurdan dikin jî meşrû dike.
PKK’ê tu carî bi hêzên leşkerî yên mêtingeran re hevkarî nekiriye. Lê PDK gelek caran tevî dewleta Tirk êrîşî qadên gerîlayan kiriye. Ji 20 salan zêdetir e di navbera PDK û PKK’ê de tu şerekî leşkerî çênebûye. Lê di salên dawîn de PDK dîsa amadekarî kiriye ku êrişî qadên gerîlayan bike û dest bi êrişan kiriye. Hatiye gotin ku wê di navbera hêzên Kurdan de careke din şer çênebe lê ji ber îstîxbaratên dane dewleta Tirk bi sedan gerîla şehîd bûne. Hatiye gotin ku wê di navbera Kurdan de careke din şer çênebe lê li dijî gerîlayan şerekî wisa hatiye kirin.
Nête me ya şer nîne
Tu feraset, nêt, helwest û biryareke me tuneye ku em li dijî PDK û hêzeke din a Kurdan şer bidin destpêkirin. PDK li Zînî Wertê hat ber qadên gerîlayan, ligel ku bi balafirên Tirk li gerîlayan dane jî, em bihistyar tevgeriyan, me helwest nîşan da ku em van şehîdên xwe bikin wesîleya rastkirina têkiliyan. Li Xinêrê û Behdînanê li dijî helwesta PDK’ê ya ku şer ferz dike, helwesta me wisa ye. Lê PDK’ê dorpêça li ser qadên gerîlayan aniye asteke jor, hewl didin bikin ku gerîla nikaribe tevbigere û teslîmiyetê li ser wan ferz bikin. Jixwe dewleta Tirk bi êrişên hewayî piştgiriyê dide gav û dorpêçandina bi vî rengî ya PDK’ê. PDK’ê bi vî awayî biryara xwe ya şer dimeşîne.
Dorpêça PDK’ê ya li ser gerîlayan û wan ji dewleta Tirk re bike hedef, hemû gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî eleqedar dike. Xwesteka PDK’ê ya ku dixwaze ji aliyê xwe ve vê polîtîkaya qirkirinê û êrîşên tasfiyekirinê ya dewleta Tirk ji aliyê xwe ve temam bike, wê ev tişt wê qelskirina destketiyên Kurdan ên li hemû parçeyan û xetereyên mezin bi xwe re bîne. Ji ber vê jî wê xeletiyeke dîrokî be ku, mirov vê aloziyê wekî pirsgirêkeke di navbera PKK û PDK’ê de bibîne. Ji ber vê jî em bang li gelê Kurd, raya giştî, hêzên siyasî, jin, ciwan, ronakbîr, hunermend û dostên Kurdan dikin ku li hemberî vê polîtîkaya şer a PDK’ê ku dixwaze dora gerîlayan bigire, helwesta xwe nîşan bidin. Em bang dikin ku bila pêşiya vê rewşê were girtin ku wê xisarên mezin bide Kurdan û hêzên demokrasiyê.”
ANF/BEHDÎNAN