Barzanî nahêle Êzîdî vegerin 

Pêncşem 26 Çile 2023 - 02:08

Lêkolerê Înstîtuya Enterprise ya Emerîkî û Berdevkê berê yê Wezareta Parastinê yê Emerîkayê yê Iraq-Îranê Michael Rubin li malpera Washington Examiner li ser têkiliya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û kurê wî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li gel DAIŞ’ê û berpirsyariya wan a di qirkirina civaka Êzîdî de gotarek nivîsand. 

Rubin qala qirkirina civaka Êzîdî kir û got, "Yên rê dan qirkirina Êzîdiyan durûtiya hem Mesrûr û hem jî bavê wî Mesûd bû. Mesûd ji bo rikeberên xwe yên li Bexdayê lawaz bike, çek firotin DAIŞ’ê. Ne li bendê bû ku li Kurdistanê vegere. Mesrûr ji bo gundên Êzîdiyan bi hêz nebe, yan jî nikaribin xwe biparêzin, daxwaza biçekkirinê ya Êzîdiyan qebûl nekir. Dema Dewleta Îslamê dest danî ser gundên Êzîdiyan, hêzên Mesrûr ne tenê reviyan, di heman demê de pirraniya çekên ji bo bi Dewleta Îslamê re şer bikin dabûn wan jî berê wan dan aliyekî din. 

 

Pereyan kom dikin, nahêlin vegerin

Heger ku Barzanî ne tirsiyabûna wê qirkirina Êzîdiyan pêk nehatiba. Mesrûr heta roja îro ji bo parasatina rûmeta malbat û hevalên xwe, agahiyên balafirxaneyan belav nekirine.”

Rubin bal bire ser siyaseta Barzanî ya ji bo Êzîdiyên dixwazin vegerin Şengalê û got, “Barzanî ji bo avakirina gundên Êzîdiyan ên li Şengalê û civaka Xiristiyan, pereyan kom dike. Lê li aliyê din ji bo yên serî li ber serweriya siyasî ya Barzaniyan natewîne, vegera wan asteng dike û rê nade ku rehet bigerin. Bi dewleta Tirk re tevdigere.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.