Barzanî dîsa li paşxist

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:47

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careke din ragihand ku ew ê dîrokek nû ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bikin. Bi vî awayî hilbijartin carek din tê taloqkirin. Biryar bû di 10’ê Hezîrana îsal de, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiba lidarxistin, lê li gorî daxuyaniyeke nû ya serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tê dîtin ku hilbijartin carek din tê paşxistin.

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di Konferansa Çandinî, Hişkesalî û Bandora Guherîna Avhewayê ya li Ser Siyaset, Aborî û Demografiya Iraqê de axivî.

Barzanî derbarê hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de got:“Em ê di demeke nêzîk de dîroka nû ya lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bikin.”

Bi vî awayî tê pêşbînî kirin ku hilbijartin carek din ji bo demek din were taloqkirin. Hêjayî gotinê ye ji sala 2022’yan ve 4 carin biryara lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê tê dayîn, biryar hemû jî bi îmzeya serokê demborî yê Herêma Kurdistanê hatine dayîn, lê yek jî pêknehatin û hertim tê taloqkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.