Barzanî bi Tirkan re êrişî Kurdan dike

În 13 Gulan 2022 - 22:24

  • Ayşe Hezer, dayika Endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer e ya ku li Avaşînê bi çekên kîmyewî hat şehîdkirin. Ayşe Hezer dibêje, divê her kes li ber vî şerî û bikaranîna çekên kimyewî rabe.

Ayşe Hezer, dayika Endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer e ya ku li Avaşînê bi çekên kîmyewî hat şehîdkirin. Ayşe Hezer dibêje, divê her kes li ber vî şerî û bikaranîna çekên kimyewî rabe.

Ayşe Hezer a 64 salî, li gundikê Cirahî yê ser bi Hezexê hatiye dinê. Malbata Hezer beriya 40 salan ji ber zilm û zexta dewletê ji neçarî koçber bûye. Du birayên Hezerê di destpêka avakirina PKK’ê de tevli nava PKK'ê bûne û di salên 90’î de jî jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên birayên Hezerê hê jî nehatine dayîn.  

Li herêma Avaşînê li Başûrê Kurdistanê di 3'yê Gulana 2021’ê de endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer bi çekên kîmyewî şehîd bû. Dayik Hezer ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye, gelek îşkence li cenazeyê keça wê Bişeng hatiye kirin û tevî hewldanên wan hemûyan jî cenazeyê wan nedane wan. 

Ayşe Hezer bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê, xwest Kurd hemû li dijî vî şerî bisekinin: “Gava Bişeng hê şehîd neketibû, 11 rojan li ser keça min û hevalên wê şer hebûye. Di wan rojan de jî li dijî wan çekên kimyewî hatin bikaranîn. Niha jî li Zê (Zapê), Avaşîn û Metînayê bi çekên kimyewî êrişê dikin. Çima ti dewlet yan jî sazî li hemberî vê dengê xwe bilind nake? Ya din jî Mesûd Barzanî alikariya dewleta Tirk dike û bi wî re li dijî Kurdan şer dike.”

Hezer di dawiyê de got: “Bes êdî ji vê zilmê re. Ez bang dikim, bila li hemberî vî şerî Kurd bibin yek û ji bikaranîna çekên kimyewî re bibêjin bes e.”

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.