Barê kîsoyan sivik dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Tîrmeh 2021 - 05:16

Barnacles, yek ji dirc û qaçilên di nav behrê de ye û ew bêhtir xwe bi teht û keştiyan ve dizeliqîne. Lê carinan ev qaçil ango dircên hişk xwe bi kûsiyên behrê ve jî dizeliqînin û piştî demekê ji bo kûsiyan dibin barekî giran û nahêlin ku kûsî bi rehetî tevbigerin ango rêveçûna kûsiyan girantir dikin.

Bi yek û didoyan zirar zêde li kîsoyan nabe, lê gava ew zêdetir bibin ji bo kîsoyan dibin pirsgirêkeke ciddî. Li Srî Lankayê xêrxwazê bi navê Chika Boy, dirc û qaçilên hişk yên li ser pişta kîsoyan yek bi yek jêdike û barê wan sivik dike. Ew bi vî awayî dike ku kîso baştir bi rê ve biçin û barê li ser pişta wan radike. 

Chika Boy vîdeoyên xwe li ser youtube parve dike. Di vîdeoyên wî de em dibînin ka ew çawa kîsoyan ji dirc û qaçilên zelîqok xelas dike û dîsa berê kîsoyan dide behrê da ku avjeniyê bikin. 

Chika Boy dibêje, "Çendî em nebînin ku ew êşê dikêşin jî ev dirc û qaçilên hişk dibin sedema enfeksiyonê û nahêlin ku kîso bi rehetî xwarinê bixwin û her wiha ji bo çavê wan jî ne baş in û dibe ku li ber dîtina wan jî bibin asteng.

Chika Boy dibêje, "Heger li ser pişta kîsoyan ev dirc û qaçilên behrê zêdetir bibin, ew ê nehêlin ku kîso bi rehetî bimeşin û avjeniyê bikin. Heger kîso giran bimeşin, ew ê nikaribin xwarinê jî bibînin û rewşa wan zehmet bibe. Gava ev dirc û qaçilên zelîqokî bikevin ber çavên wan û nêzî devê wan bibin rewşa wan dê dijwartir bibe."

Chika Boy ji bo vî karî satorekî devê wî tûj bi kar tîne û bi baldarî dixebite. Ew bi vî satoreyî barê ser pişta kîsoyan siviktir dike û van dirc û qaçilên ser pişta wan yek bi yek jê dike û herî dawî kîsoyan ji vê rewşa dijwar xelas dike û berê wan cereke din dide behrê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.