• Bar Helbest: Heya ji destê me tê em cih didin helbestvanê ciwan ên ku pirtûkên wan çap nebûne. Dema me kovarên weke Çirûsk û W xwendin, ew ji me re bûn weke dibistanekê. Em jî dixwazin kêm zêde, hema piçek be jî di hêla wergerê de pêşengiya helbesvanên ciwan bikin û ji wan re meydanekê ava bikin.

REWŞAN DENIZ

Kovara Bar, beriya niha çar hejmar derxistibûn û ji ber hin şertan, ji mêj ve dernediket. Lê niha bi gotina edîtoriyayê kovar bi “naverok û meyleke nû” xwe berdide meydanê. Kovara ku berê gelek cûre nivîs diweşandin, niha navê xwe jî guherandiye û kiriye “Bar Helbest”. Mirov dikare bibêje, meyla nû ya kovarê xwerû helbest û wergera helbestê ye.

Giraniya li ser helbesta cîhanê

Kovara Bar Helbest ku bi saya Weşanxaneya Sîtavê hatiye çapkirin, bi armanca ku rêyekê li ber helbesta Kurdî veke û helbesta Kurdî zêdetir berê xwe bide helbesta cîhanê, bi hejmar û navekî nûtir derket hemberî xwîneran. Edîtoriya kovarê dibêje, heya ji destê wan tê ew ê giraniyê bidin wergera helbesta cîhanê û teoriya helbestê. Her wiha ew ê hewl bidin ku helbestên çar parçeyên Kurdistanê jî di kovarê de biweşînin. Jixwe, wan di vê hejmara xwe de jî ji Soranî helbest wergerandine şêwezarê Kurmancî. Kovarê bi helbestvanê Başûrî Muayed Tayib re jî hevpeyvînek çêkiriye.

Bila wergera navxweyî zêdetir bibe

Edîtoriya kovarê tîne ziman ku guhastina helbestên bi şêwezarên Kurdî ji bo hev, cihê kêfxweşiyê ye û wiha pê de çû: “Bi wergera navxweyî ya zaravayên Kurdî re bo helbestkarên Kurdî dîmenê giştî yê helbesta Kurdî şênbertir dibe û rê li ber wê yekê vedibe ku helbestkar helbesta parçeyên din, şêwezarên din bişopîne; bi helbesta wan re têkeve nav danûstandinekê. Em hêvî dikin wergera navxweyî her biçe zêdetir û xurttir bibe.”

‘Riste dikişin çemê Kurdî’

Edîtoriya kovarê dibêje, rê û rêbaza herî bikêrhatî werger e, ji ber ku werger sînorên zimanan û vedîtinan fereh dike û asoyê xeyalan berz dike. Edîtoriya kovarê wiha dewam dike: “Di vê hejmara me ya ewilî ya serdema nû de, ji çend zimanan, ji çend rêûresmên mezin ên helbesta cîhanê, riste dikişin çemê Kurdî. Helbesta me ya ku ji tecrûbeya helbesta cîhanê bêpar maye, mecbûr e bo xwe rêyên nû bibîne, xwe li awayên nû yên vegotin û vebihîstinê biceribîne.”

‘Em cih didin helbestvanên ciwan’

Edîtorî balê dibe ser rola xwîner jî û dibêje, werger bi tena serê xwe nikare vê yekê bike û divê xwîner jî bi xwendin, rexne û niqaşên xwe beşdariyê li vê yekê bike. Edîtoriya kovara Bar Helbestê herî dawî balê dibe ser helbestkarên ciwan û dibêje, “Heya ji destê me tê em cih didin helbestvanên ciwan ên ku pirtûkên wan çap nebûne. Dema me kovarên weke Çirûsk û W xwendin, ew ji me re bûn weke dibistanekê.

Em jî dixwazin kêm zêde, hema piçek be jî di hêla wergerê de pêşengiya helbesvanên ciwan bikin û ji wan re meydanekê ava bikin.”