Kurtefilma bi navê Barê Giran ku derhêneriya wê Yılmaz Ozdil dike, li New Yorkê xelateke din wergirt.
Barê Giran li New Yorkê di Pêşbirka Kurtefilman a FOLCS’ê ya 8'an de de xelata filma herî baş wergirt. Serokê jûriyê lîstikvan William Fichtner xelata filma herî baş pêşkeş kir.
Barê Giran heta niha tevlî festîvalên Tampere (Fînlandiya), Glasgow (Skoçya), Galway Film Fleadh (Îrlanda), Encounters (Ingilîstan), Cine Lebu (Şîlî) û gelek festîvalên din bûye û ji van festîvalan bi tavahî 27 xelat wergirtine. Barê Giran li Tirkiyê û Kurdistanê sala 2019’an ew kurtefilm e ku herî zêde xelat wergirtine. Û ev film kurtefilma Yılmaz Ozdil a yekemîn e.
NAVENDA NÛÇEYAN