• Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da zanîn ku 23`ê Tebaxê li Qamişloyê şervanê wan Baran Devrîm şehîd bûye. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da zanîn ku 23`ê Tebaxê li Qamişloyê şervanê wan Baran Devrîm şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî da zanîn ku şervanê wan Botan Birîm 24´ê Tebaxê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya QSD´ê doh nasnameya şervanekî xwe yê ku 23`ê Tebaxê şehîd bûye, eşkere kir.

QSD`ê got, “Hêzên me asta berxwedana xwe bilind kirine û ji bo serwerkirina aramî û îstiqrarê, êrişên li dijî gelê herêmê hemûyan pûç dikin.

Şervanê me “Baran Devrim” dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, tev li karwanê şehîdan bû.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Baran û gelê xwe re dixwazin. Soza xwe ya ji bo tevahî şehîdan dubare dikin ku em ê rêwîtiya şehîdên xwe û armancên wan ên azadî û rûmetê di welatekî ewle de, bidomînin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

* Baran Devrim (Ehmed Omer Hero) ê sala 2001´ê li Qamişloyê ji dayik bûye, 23´yê  Tebaxa 2022´yan li Qamişloyê şehîd bû.”

Berpirsiyariya xwe bê dudilî bi cih anî

HRE´yê jî doh da zanîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanê wan Botan Birîm 24’ê Tebaxê li ser erka xwe, şehîd bûye.

HRE´yê ji bi şehîd Botan Birîn got, “Hevrê Botan, li bajarê Efrînê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz mezin bû. Hevrê Botan vegera bajarê Efrînê ji xwe ra kir armanc û tevlî nav doza azadîyê bû. Hêza xwe ji fikr û ramanên azad ên Rêber Apo û ji berxwedana gelê xwe girt. Berpirsyartîya xwe ya li hember gel, tevî ku barekî giran e, bêdudilî pêk anî.

Soza ku me daye şehîdan û gelê xwe, em ê bi çalakîyên xwe heta dagirkerek jî li ser axa me be, têbikoşin û soz didin ku warên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Li ser vî esasî, em sersaxiyê ji malbata şehîd Botan û gelê xwe ra dixwazin.”

Nasnameya şehîdî wiha ye:

Botan Birîm (Hemza Îbrahîm Birîm) kurê Fîdan û Îbrahîm, ê li helebê hatiye dinê, 24’ê Tebaxa 2022’yan şehîd bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN