Lijneya Karê Hevbeş a Partiyên Çep, daxwaznameyek tevî zêdetirî 23 hezar îmzeyan, li dijî dayîna beşa giştî ya elektrîkê ya ji bo sektorên taybet, radestî parlamenê kir.
Lijneya Karê Hevbeş a Partiyên Çep (Hizba Komunist, Zehmetkêşan, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê) çû serdana parlamena Başûrê Kurdistanê. Lijneyê li dijî dayîna elektrîkê ya ji bo sektorên taybet, daxwaznameyek radestî parlamenê kir. 23 hezar û 306 welatiyên Başûrê Kurdistanê ev daxwazname îmze kiriye.
Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Komunist a Kurdistanê, Hîwa Umer derbarê mijarê de got, ew bi Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re civiyaye û daxwazname radestî wan kiriye: “Bê navber hikûmet bac û erk li ser welatiyan bi cih dike, rêjeya hejarî û bêkariyê jî zêde dibe. Li hemberî vê jî nerazî zêde dibin, kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê şikestiye û dixwaze vê yekê bixe ser stûyê sektorên taybet.”
Hin xisûsên sereke yên di daxwaznameyê de ev in:
- Divê pêngavên ji bo dayîna beşa elektrîk û hemû beşên din ên girîng ku tê xwest bidin sektorên taybet, were sekinandin. Li şûna vê di van beşan de reform were kirin.
- Erka hikûmetê ye ku ji bo çareserkirina bêkarî û hejariyê planan ragihîne.
- Wek di qanûna reformê de tê gotin, pêwîst e mûçeyê karmendan û karkeran ku nehatiye dayîn, were dayîn. Divê di dema xwe de mûçe bi awayekî tam were dayîn.
ROJNEWS/HEWLÊR