Banga Rêber Apo deriyekî nû ye
Sêşem 18 Adar 2025 - 03:15
- Endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku naskirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî bi taybetî ji bo jinên Êzidî bûye vejîn û cejneke nû û got:” Banga Rêber Apo deriyekî nû ye.”
Peyam û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mohra xwe li raya giştî ya cîhanê xist, hê jî di rojevê de ye û ji aliyê her beşên cuda ya civakê ve tê nirxandin û şîrovekirin. Ev banga Ocalan a ji jinan re, li her derê ji bo jinan bû mijara esasî û niha li her derê jin banga Ocalan a ji bo jinan dinirxînin û şîrove dikin.
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji jinan re şandiye de balê dikişîne gelek xalên girîng û radighîne ku banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk dê di heman demê de ji bo jinan bibe Ronesans. Endama Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî derbarê girîngiya bang û peyama Abdullah Ocalan de, axivî.
Ji bo jinan destpêka pêvajoyek nû ye
Sûham Şengalî diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo hemû beşên civakê bi taybetî ji bo jinan destpêka pêvajoyeke nû ye û wiha got: “Em di meheke pîroz, di meha Adarê de ne. Di vê mehê de rojên gelek girîng hene. Bi taybetî 8’ê Adarê û Newroz. Roj bi roj, sal bi sal em têkoşîna xwe mezin û berfireh dikin. Niha em nêzîkî Newrozê jî dibin. Newroz cejna azadiyê ye. Newrozê li hemû gelên bindest, li civaka kurd, li civaka Êzidî pîroz dikim, li hemû mirovahiyê pîroz dikim. Bi taybetî Newrozê li Rêber Apo û di şexsê Mazlûm Dogan de li şehîdên Newrozê û hemû şehîdan pîroz dikim. Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bi bangekê dîrokî ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelê Rojhilata Navîn, deriyê demokrasî û aştiyê vekir. Bi destpêkirina pêvajoyek nû ji bo hemû beşên civakê bi taybetî ji bo jinan, deriyek mezin vekir. Rêber Apo di nameya 8’ê Adarê ku ji jinan re şand de gelek xalên girîng anî ziman. Bi taybetî wekî jin pêwîst e gotinên nameya Rêbertî em yek bi yek bixwînin, lêkolîn bikin fêm bikin û pêk bînin. Rêber Apo di nameya xwe de bale dikişîne ser têkoşîna jinan. Xala herî girîng dibêje pirsgirêka jin ji pirsgirêka Kurd kûrtir e.”
Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Sûham Şengalî bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û ragihand ku Newroz bi xwe cejneke li beramberî desthilatdariyê serkeftineke hatiye bidestxistin e û wiha pê de çû: “Em nêzîkî Newrozê dibin. Di rojên îro de şerên gelek mezin çêdibin, talan û dagirkerinên gelek mezin çêdibin. Civak li ber qirkirinê ne. Bi sedan, bi hezaran însan tên qetilkirin. Bi taybetî beramberî vê zilma heyî, li beramberî vê dagirkeriya heyî pêvajoya ku Rêber Apo bipêş xistiye, dikare bibe deriyekî çareseriyê, deriyekî aştiyê. Bi vî awayî wekî jin wekî civak wekî ciwan wekî hemû beşên civakê li her deverê cihanê pêwîst e em xwedî li banga Rêber Apo derkevin, çawa ku di 8’ê Adarê de jin bi ruhekî serkeftî bi ruhekî pîroz xwedî li banga Rêber Apo derketin. Di vê Newrozê de jî li her derê şîara wê hatiye diyarkirin wekî Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her deverê girîngiya vê cejnê dayînê gelekî girîng e. Di vê Newrozê de tenê ne li Kurdistanê divê her deverê ku Kurd lê dijîn, bi vî ruhî tevlî vê pêvajoyê bibin û destê Rêber Apo xurt bikin. Ger ku em bi her awayî têkoşîna xwe li vir berdewam bikin em ê bikaribin zûtirîn vî şerî rawestînin û deriyê demokrasî û aştiyê vekin.“
Banga Rêber Apo deriyekî nû ye
Di dirêjahiya axaftina xwe de Sûham Şengalî destnîşan kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî deriyekî nû ye û wiha got: “Divê herî zêde civaka Êzidî xwedî li vê bangê derkeve. Ji ber em li çanda xwe ya Êzidî binhêrin, berî ku ji xwe re dia bikin ji 72 miletan re dia dikin. Ev tê wateya ku civaka Êzidî gelek nêzîkî aştiyê ye. Civaka Êzidî nêzîkî banga Rêber Apo ye. Dikare zû fêm bike û li Şengalê li deverê din jî xwedî li vê bangê derkeve. Gelek caran em rast tên dema şer, komkujî çêdibe, xwîn tê rijandin, civaka Êzidî dia dikin û dibêjin bila ev şer û komkujiya li ser rûyê erdê raweste. Ev bang xewn û xeyala civaka Êzidî û hemû civakan e. Bi awayekî hemû civak bigihê mafê xwe, bi çanda xwe bi hebûna xwe jiyan bikin. Bi her awayî xwedîderketin û rast famkirin bi vê bangê çêbibe. Dibe di vê pêvajoyê de gelek şerê taybet were meşandin, lê ya rast bi taybetî wekî civaka Êzidî banga Rêber Apo ku dibêje banga min ji bo civaka Êzidî bibe vejînek nû, em çawa dikarin li ser van gotinan xwe hîn zêdetir kûr bikin, van gotinan fêm bikin di nav civaka Êzidî de pêk bînin?”
Newroza îsal dê cudatir be
Sûham Şengalî da zanîn ku îro herî zêde jin dikarin fikrên Abdullah Ocalan bi taybetî fikrên netewa demokratîk di Şengalê de pêk bînin û wiha got: “Bi vî awayî wekî jin û civaka Êzidî 8’ê Adarê pîroz kirin, em cejnên xwe yên tên jî bi vî ruhî pîrozî bikin. Têkoşîna xwe mezin û berfireh bikin. Ji ber ku hîn rêyek dûr û dirêj a berxwedanê li pêşiya me ye. Hê jî şer, êrîş ranewestiyane. Hê jî şîdet û êrîşên li ser jinê ranewestiyane. Di vî alî de divê em xwedî li vê bangê derkevin. Newroza îsal dê ji Newrozên din cudatir be. Ji ber ku banga dîrokî ya Rêber Apo heye. Pêwîst e li her derê bi milyonan kes bi vî ruhî pîroz bikin. Bi şîara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û demokrasî û aştiyek mayînde û hemû civak bighê mafê xwe, divê herkes bi vî ruhî beşdarî Newrozê bibe.“
Banga tevlibûna Newrozê
Sûham Şengalî axaftina xwe bi vî awayî bidawî kir: “Ez bang li hemû jin, ciwan û civakê dikim em bi ruhê banga dîrokî, bi ruhê azadiyê, bi taybetî jin bi ruhê Jin- Jiyan-Azadî li qadên Newrozê bi rengê, xwe bi ruhê xwe yê têkoşînê cih bigirin û bi vî awayî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşîna xwe mezin bikin. Em vê Newrozê bikin wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bikin wesîleya aştî û demokrasiyek mayînde.”
NÛJINHA/ŞENGAL/MEDYA HAWAR