Banga PKK’ê bersivandin

Sêşem 27 Tebax 2024 - 03:05

Ciwanên gelê Kurd ji bo piştgiriyek bi wate bidin têkoşîna dîrokî ya gerîlayê azadiyê û ji bo bersiva banga Tevgera Azadiyê bidin bi erkê xwe yê netewî radibin û berê xwe didin nava refên azadîyê. Ciwanên Kurd û Kurdistanê ji bo êrîşên dagirkerîyê yê liser gelê Kurd bişkînin xwedî helwest in. Dijminê dagirker şerekî taybet di aliyê madeyên hişbir û fuhuşê de li ser ciwanan û bi taybetî li ser jinan dimeşîne. Ciwanên gelê Kurd ji bandoriya berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îddîayek mezin li hemberî van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ji bo ku xwe û civaka xwe biparêzin rêya tekoşînê hildibijêrin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku ciwan tevlî gerîla nebin û di nava çerxa dagirkeriyê de werin helandin hezar dek û dolaban dimeşîne. Li hemberî van kiryarên qirêj ên faşîzma AKP-MHP’ê ciwanên ku dixwazin axa xwe, welatê xwe, nasnameya xwe û hişmendiya xwe ya netewî biparêzin, bilind bikin û derbeke qedar li dijminê bê exlaq bixin berê xwe didin çiyayên azad.

Beriya çend rojan jî komeke ciwanên Kurd û enternasyonalîst perwerdeya xwe qedandin û wan jî biryardariya xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihandibûn.

Ev cenga azadiyê ye

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişandin tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd. Daxuyaniya koma ciwanan wiha ye:“Li Kurdistanê li ser jin û ciwanan şerekî qirêj tê meşandin. Bi tecrîda li ser Rêber Apo tê xwestin ku civaka me wekî 40 sal berê di nava tarîtî û koletiyê de were hiştin û bi vî awayî were tunekirin. Em dibînin ku îro jî li ser xaka Kurdistanê di her aliyan da êrişên qirkirinê yên rejîma faşîst a Tirk hene. Bi taybetî li ser jin û ciwanan şerekî taybet ê bê exlaq tê meşandin. Ji bo têkoşîna rizgariya gelê Kurd vala were derxistin, ziman, çand, nasname û herî dawiyê jî govenda gelê me tê qedexekirin. Em dizanin ku bê nan û av dibe lê bê ziman, bê çand û bê nasname nabe. Li ser van esasan em wekî keç û xortên gelê Kurd û Rojhilata Navîn li hemberî îxanet, nokerî û dagirkeriyê bersiva banga partiya me PKK’ê didin û beşdarbûna xwe ya nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê radigihînin.

Pêwîste herkes bizanibe ku ev ceng cenga azadiyê ye û tu carî bin nakeve. Banga me ji bo keç û xortên gelê Kurd ewe ku werin li hemberî xeta îxanetkar û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk xwedî li nasname û hebûna gelê xwe derbikevin û tevlî nava refên gerîla bibin. Em soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li hemberî dijminê dagirker şer bikin û ji bo azadiyê bi ser bixin em ê têkoşînê bimeşînin.” Piştî daxuyaniyê ji koma ciwanan helbestek li ser îxaneta malbata Barzanî û PDK’ê hate xwendin. Ciwanan piştî wê bi moral û motîvasyoneke bilind govend gerandin. Ciwanên ku tevlî nava refên gerîla bûn soza xwe dan û dest bi perwerdeya xwe kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.