Banga li dij çeteya fuhûşê
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:15
Jinên TJA, DBP û DEM Partiyî dan zanîn ku ji bo endamên çeteya fuhûşê ya ku 3 çawîşê pispor û efserek jî di nav de ji 25 kesan pêkhatî cezayên herî giran wergirin dê têbikoşin û banga tevlîbûna danişîna dozê kirin.
"Lêpirsîna fuhûşê" ya ku di sala 2013'an de li Şirnexê li dijî 25 gumanbarên ku di nav wan de 3 çawîşê pispor û efserek jî heye, 11 sal şûnde veguherî dozê. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê piştî 11 salan amade kir û tê de 25 gumanbar, 4 jinên daxilî nava fuhûşê hatine kirin û kesên ji welatên cuda hene, ji aliyê adgeha Cezayê Giran a 3'yan Şirnexê ve hat qebûlkirin. Danişîna duyemîn a dozê wê di 26'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê bê lidarxistin. Jinan banga tevlîbûna li danişîna dozê kirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin jin û ciwan bi rêbazên cuda ji civakê bên dûrxistin û got: "Em dizanin ku yên di van polîtîkayan de cih digirin, pisporên ji aliyê dewletê ve hatine hilbijartin. Der barê van rewşan de gelek ravekirin hene û pêşniyazên ku me pêşkêşî Meclisê kiribûn. Çawa ku di slaên 90'î de bi destê JÎTEM'ê mirov hatin qetilkirin, niha jî bi polîtîkayên şerê ciwanên me daxilî nava fuhûşê û tiryakê dikin."
Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Pinar Kilitê jî diyar kir ku ew di her firsendê de diqêrin ku ew bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê re rû bi rû ne û ew ê dozê bişopînin û got: "Di nava van çeteyan de leşker û polîs jî hene. Bi dewletê re dibin yek û vê yekê dikin. Em ê li dijî van çeteyan bin û em ê danişîna ku wê di 26'ê Adarê de bê lidarxistin bişopînin."
Aktivîsta TJA'yê Adalet Fîdan bal kişand ser girîngiya danişînê û got ku ji bo kiryar bi awayekî herî giran bên cezakirin dê têkoşîna xwe mezin bikin. Edalet Fîdan bang li hemû jinan kir ku danişîna ku dê di 26'ê Adarê de bê lidarxistin bişopînin.
MA/ŞIRNEX