Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî’, li welatên Elmanya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

BERLÎN: Meclisa Jinan a Dest Dan û Nav-Berlînê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" di 10'ê Cotmehê de bi daxuyaniyên li gelemperiya cîhanê hatibû destpêkirin, meşek li dar xist. Beriya meşê ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre axaftinên kurt hatin kirin. Di axaftinan de bal birin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin hat silavkirin.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz di çalakiyê de axaftinek kir û got, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rojên xweş nayên. Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were em dev ji van meş û çalakiyan bernadin. Em ê zîhniyeta ku di nava komploya navneteweyî de cih girtiye tu carî ji bîr nekin. Ev zîhniyet îro meşa ji bo Birêz Ocalan bê lidarxistin qedexe dike. Divê were zanîn ku em ê tu carî li hemberî van qedexeyan paşde gav neavêjin.” Piştî axaftinan, polêsên Elman bi hinceta dirûşmên "Bijî Serok Apo" û posterên Rêber Abdullah Ocalan meşa Kurdistaniyan rawestandin. Çalakgeran qedexeya polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.

SAARBRUCKEN: Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakgerên ku li ber Europagalerîe ya navenda bajarê Saarbruckenê li hev civiyan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di axaftinên çalakiyê de hat gotin ku ev 33 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û hat xwestin ku zextên li ser Konseya Ewropayê û Komîteya Şopandina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê bên zêdekirin. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatine destpêkirin hate silavkirin.

KASSEL: Li bajarê Kasselê jî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li cîhanê hate destpêkirin, meşek hate lidarxistin. Meş li ber Gara Trenê ya Navendî dest pê kir û heta Qada Am Sternê berdewam kir. Çalakî li qada Am Sternê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate xwestin. Di meşê de xelkê herêmê jî bi çepikan piştgirî dan çalakgeran.

KÎEL: Li navenda bajarê Kîelê jî di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Defend Kurdistanê ve hat organîzekirin de li navenda bajêr stand hat vekirin. Di çalakiyê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî gel hatin kirin û derbarê tecrîd û pirsgirêka Kurd de agahî hatin dayîn.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî girtiyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi mîtîngeke hatin silavkirin. Mîtîng li Qada Canebîere ya Marsîlyayê bi deqeyek rêzgitina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir. Li ser navê Meclîsa Civaka Demokratîk axaftin hat kirin û hate gotin:“Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya gelê Kurd, azadiya hemû Rojhilata Navîn bîne. Em ê çalakiyên xwe yên piştgiryê ji bo hevreyên xwe yên li girtîgehê bidomînin. Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdên li Ewropayê dijîn.” Her wiha li pirtûkxaneya herî mezin a li bajêr di çarçoveya  pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de sihbet hat lidarxistin ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bigihe xwîneran.

NAVENDA NÛÇEYAN