Bang serkeftineke mezin e
Sêşem 4 Adar 2025 - 03:25
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir ku Rêber APO di qonaxeke dîrokî û hestiyar de kesayetiyeke wêrek û pêşeng e û destnîşan kir ku niha top li qada dewleta Tirkiyeyê ye û divê ji bo aştiyê gavên cidî biavêje.
Salih Gedo banga Rêber APO ji bo gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê weke serkeftineke mezin nirxand.
Her wiha got ku nameya Rêber APO peyama kurt bû lê bi wateyekî kûr bû, ji ber ku li ser du xalên sereke rawstiya: ya yekem garantîkirina mafên gelê Kurd, ya duyemîn jî pêkanîna demokrasiyê li Tirkiyeyê ye.
Gedo her wiha diyar kir ku ev bangewazî wê bandoreke berfireh li ser herêma Rojhilata Navîn bike û wê bibe sedema guhertinên bingehîn di rewşa siyasî ya herêmê de.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku piştevaniya navdewletî ji bo bangê pir mezin e. Gedo diyar kir ku helwesta PKK`ê ya agirbestê, hêviyên hin aliyan şikandin, ew ên ku dixwestin PKK`ê helwesteke dijberî peyamê bibe. Vê yekê jî dewleta Tirk xiste rewşekê ku divê wê biryarên bilez bide.
Gedo eşkere kir ku divê dewleta Tirkiyeyê bi awayekî fermî deriyê diyalogê veke û guhertinên destûrî yên ku mafên rewa yên gelê Kurd nas bike pêk bîne, hebûna 25 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê nas bike. Her wiha divê civaka navdewletî ji nêz ve van geşedanan bişopîne û ji bo pêkanîna van biryaran zextên navneteweyî bên kirin. Salih Gedo da zanîn ku banga Rêber APO di vê qonaxa dîrokî ya hestiyar de xwedî girîngiyeke mezin e û wê bandoreke mezin li geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn bike û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû ya aştî û aramiyê li herêmê.
ANHA/EHMED SEMÎR