• Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê ya Greva Birçîbûnê daxuyaniyek da û xwest civak êdî beramberî rewşa li hepsan û tecrîda li dijî Ocalan xemsar nebe. 

Greva birçîbûnê ya li hepsên dewleta Tirk a li dijî tecrîdê di roja 98´an de ye. Lê bêdengiya civakê beramberî çalakiyê û zilma li hepsan, li gorî rêxistinên civaka sivîl divê êdî bi dawî bibe. Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê ya Greva Birçîbûnê bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan li hepsa Îmraliyê ya 22 salan, û bang li civakê kir da ku li berxwedana girtiyan xwedî derkevin.

Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê ya Greva Birçîbûnê li ser grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, li Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên ÎHD'ê, OHD'ê (Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), MATUHAY-DER, SES (Sendîkayên Kekdarên Xizmeta Civakî û Tendiristiyê), ÇHD (Komeleya Hiqûqnasên Hevdem) di dema daxuyaniyê de hazir bûn.

Endamê Lijneya Rêveber a TÎHV'ê Umît Bîçer daxuyaniya hevpar xwend. Wî bi bîr xist ku ev 97 (îro 98) roj in li zindanan grêva birçîbûnê didome, tecrîd jî ji sala 2000'î û wir ve li zindanan bi rengekî berbelav û sîstematîk didome û ev jî tehlûke ye ji bo tenduristiya girtiyan.

Ji bo ku civaka hişyar be

Bîçer got, tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, greva birçîbûnê ji ber wê ye da ku dengê xwe bigihînin rêveberên dewletê ji bo ku êşkenceyê rawestînin. Wî got, çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin wisa li nava civakê li ser mijara tecrîdê hişyariyek çêbe.

Bîçer her wiha diyar kir, polîtîkaya tecrîdê ji zindanan jî bihuriye, gefê li tevahiya civakê dixwe û ev bûye pirseke sereke ya binpêkirina mafê mirovan a civakî: ''Em rêxistinên mafê mirovan, hiqûq û tenduristiyê, em diyar dikin ku em ê xebatên xwe yên ji bo bidawîbûna tecrîdê ya li zindana zêdetir karîger bikin, bang li civakê dikin ku hişyar be û piştevan be."

Civak tê tecrîdkirin

Hevseroka OHD'ê ya Stenbolê Arzû Kaya jî got, pergala tecrîdê ya taybet a li Imraliyê li hemû girtîgehan geriyaye û niha li ser civakê jî tê danîn. Wê îşaret pê kir ku tecrîd tenê ne pirsa girtiyan e, lê ya malbatan hemûyan û civakê ye, û divê helwêsteke civakî li dijî tecrîdê were diyakirin.

Arzu Kaya bal bire ser 'Plan'a xwedêgiravî ya ''Mafê Mirovan'' a ku serokkomarê tirk Erdogan pêr aşkere kiribû û got, ''Niha cihê ku dewlet xwe nîşan dide heps in. Divê plana ku [Erdogan] eşkere kirî, pêşî bi rakirina tecrîdê pratîk bibe.''

Daxwazên girtiyan bi cih bînin

Endamê Şûbeya SES'ê ya Stenbolê Davût Ak jî got, "Tecrîda 22 salan a li Imraliyê, binpêkirina mafê mirovan e. Tecrîd ne tenê li ser kesekî, li ser civakê hemûyî hatiye danîn. Em destekê didin daxwazên girtiyan. Zûka, divê daxwaz werin bicihanîn."

Seroka Şûbeya ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akgul jî got, li dijî binpêkirina mafan divê pitşevanî hebe: "Divê tecrîda li Imraliyê bi dawî bibe. Divê dawî li vî sûcê mirovahiyê were ku tevahiya civakê têkildar dike."

Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe jî got, ji bo ku dengê girtiyan were bihîstin û daxwazên wan bi cih werin, tişta ku ji dest wan tê ew ê bikin û bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî.

Nûnerê MA-TUYADER'ê Husnu Taş jî xwest, rayedar bi berpirsyariya xwe rabin û daxwazên girtiyan bi cih bînin.

STENBOL