Bang firsendeke dîrokî ye

Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:30

Gerry Adams û Serokê Netewî yê Sinn Feinê Declan Kearney, li ger ji 200 kseên weke siyasetvan, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên tevgerên jinan, hunermend, rojnamevan û akademîsyenên navneteweyî, ji bo çareseriya pirsa Kurd, îmzeya xwe danîn bin nameya hevpar a bi navê ‘hemû alî ji bo aştiyê gavan bavêjin’. Name piştî banga Rêber APO ya dîrokî û daxuyaniya PKK’ê ya ji bo çekdanînê û xwe fesihkirinê hate nivîsîn. Gerry Adams di nivîsa xwe ya di malpera belfastmediya.comê de hatibû weşandin got:’’Ev bang, ji bo bidawîkirina şerê di navbera Tirkiye û gelê Kurd ku bi deh salane dimeşe û ji bo pêşîvekirina civakeke demokratîk, firsendeke jiyanî ye.’’ Adams di nivîsa xwe de bal kişand ser girîngiya nexşerêya Rêber APO a li ser bingeha aştî û demokrasiyê û got:’’Ocalan tevî ku bi dehan sal in di girtîgehê de ye jî, amade ye ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Îro bang dike û dibêje ‘bila çek bêdeng bin, fikir û siyaset biaxive’. Bi vî rengî banga demokrasî, azadî û xweşbîniyê li gelê Kurd dike.’’

Adams destnîşan dike ku ev banga Rêber APO di nava PKK’ê de bersiveke erênî dibîne û ji aliyê lîderên Kurd de jî tê pejirandin û li Rojhilata Navîn jî hêviyên aştiyê jinûve zindî dike. 

Divê vê derfetê jidest nedin

Gerry Adams ezmûna Peymana Good Frîday (Îna Bixêr) a li Bakurê Îrlandayê bibîr dixe û bi van gotinan îşaret bi girîngiya diyalogê ya demên çareseriyê dike:’’Weke di mînakên Başûrê Afrîkayê, Baskê û Îrlandayê hate dîtin, piştgiriya civaka navneteweyî ji bo serxistina aştiyê dikare diyarker be. Ev ji bo herêmê kêliyeke gelekî girîng e. Erka ku dikeve ser milê civaka navneteweyî ew e ku vê firsendê jidest nede. Pêvajoyeke aştiyê ya serketî, wê ji bo gelên din ên li herêmê jî bibe moraleke mezin.’’ Gerry Adams bi van gotinan nivîsa xwe diqedîne:’’Ez Rêbertî û vîzyona Abdullah Ocalan silav dikim. Banga min ji hikûmeta Tirk wî serbest berdin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.