Bandorê li rêveberiya xweser dike
În 7 Adar 2025 - 03:30
Endama Akademiya Dîplomasiyê ya PYD’ê Îlham Mihemed têkildarî bandora banga Rêber APO ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Îlham Mihemed, diyar kir ku banga dawî ji bangên berê cuda ye û got:“Pirsgirêkên giran ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî xitimî ne. Ev jî guherînê ferz dikin.”
Îlham Mihemed da zanîn ku pozîsyona Kurdan a îro ji yên demên berê cuda ye û got:“Gelê Kurd êdî li Rojhilata Navîn xwedî gotin e. Kurd tên naskirin. Gelo wê ev çawa bên parastin, bêguman bi aştî, bi guherîn û veguherînê dibe. Bêguman aştiyek çêbibe wê ji ewil pirsgirêka di navbera Tirk û Kurdan de çareser bike. Ji ber ku pêkan nîne her du gel hev tune bikin. Her du gel jî gelên qedîm in. Lewma Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku divê projeyeke civakî derkeve holê û hewceye em jî piştgiriyê bidin vê bangê.”
Divê Tirkiye gava biavêje
Îlham Mihemed, diyar kir ku divê guherîn û veguherîn Rêber Abdullah Ocalan û hemû derdorên civakê di nav xwe de bihewîne û got:“Banga Rêber Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî deng veda. Tevî vê rewşa erênî jî Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtiye. Divê Tirkiye nasnameya Kurdan û mafên Kurdan nas bike. Hewceye dawî li êrişên xwe yên ser siyaseta Kurd berde. Weke mînak, divê qeyûman tayîn neke û siyasetmedarên Kurd negire. Divê girtiyên siyasî berde. Lewma divê Tirkiye di gavên nû de cih bigire. Di halê hazir de hewceye dewleta Tirkiyeyê û gelê Tirk vê gava aştiyê qebûl bike.”
Xweparastin mafê sereke ye
Îlham Mihemed anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avadaniyeke li ser bingeha “xweparastinê” heye û got:“Şerê Sêyemîn ê Cîhanê vê li me ferz dike. Heke li ser we êrişek hebe, hûn mecbûr in xwe biparêzin û ev mafê we yê xwezayî ye. Şerê tê domandin, bi rêbazên şerê taybet tê kirin. Lewma Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji her du şerên din cuda ye. Di metoda şerê nû de teknîkên pir cuda tên bikaranîna.”
Me bi têkoşînê bidestxist
Îlham Mihemed, destnîşan kir ku weke gelên Rêveberiya Xweser bang bi coşeke mezin pêşwazî kirine û got:“Aştiya ku Tirkiye bi PKK’ê re dike, wê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike. Projeya me, projeya aştiyê ye, çek nîne. Çek, ji bo me tenê amûra parastinê ye. Ne amûra hebûnê ye. Bêguman dema aştî çêbû wê çek kêm bibin. Lewma gelên rêveberiya xweser bi hêvî ne. Ber bi 8’ê Adarê ve, bi felsefeya Rêber Ocalan em ê ji bo aştî û azadiyê gavan biavêjin. Bi van gavan em ê bangê mezin bikin. Bi Şoreşa Rojava re jinan di Rêveberiya Xweser de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ji leşkeriyê heta qadên civakî, hebûna xwe nîşan dan û bûn xwedî gotin. Ev tevek jî bi perspektîfa Rêber Ocalan çêbûn. Lewma jî beriya her kesî jinên li vê xakê dijîn wê piştgiriyê bidin banga Rêber Ocalan.”
MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ