Parlementerê YNK’ê yê Parlamena Herêma Kurdistanê, Rahî Rehber diyar kir ku ev 10 sal in 80 milyon dolar ji bo çêkirina balefirxaneya Dihokê hatine veqetandin û diviyabû ku di sala 2015’an de balefirxane hatiba temamkirin. Lê niha ne balefirxaneya Dihokê diyar e, ne jî 80 milyon dolarê jê re hatine veqetandin diyar in.
Parlamenterê YNK’ê yê Parlamena Herêma Kurdistanê, Rahî Rehber li ser hesabê xwe yê Facebookê têkildarî projeya balefirxaneya Dihokê nivîsek parve kir.
Rahî Rehber diyar kir ku ev 10 sal in 80 milyon dolar ji bo çêkirina balefirxaneya Dihokê hatiye veqetandin û xerciya ku li projeyê bihata kirin nêzî 450 milyon dolar bû. Di sala 2013’an de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî 80 milyon dolar ji bo çêkirina balefirxaneyê veqetandin.
Rahî Rehber eşkere dike ku divê proje di sala 2015’an de bihata temamkirin, lê niha ne balefirxaneya Dihokê diyar e, ne jî 80 milyon dolarê jê re hatî veqetandin diyar e.
Şirketeke Tirk jî kete îxaleyê
Hêjayî gotinê ye, bingehê balafirxaneya Dihokê di sala 2012’an de hatibû danîn. Di havîna vê salê de şirketeke Libnanî ya bi navê Dar Al-Handasa dest bi çêkirina balafirxaneyê kiribû. Piştre şirketeke Koreya Başûr a bi navê Încon jî wê binesaziya balafirxaneyê danîbûya.
Li aliyekî din şirketeke Tirk a bi navê Makyol jî di nava îhaleyên balafirxaneyê de cihê xwe girtibû. Di malpera xwe de ew dibêje, wê gelek karên dagirtina axê, betonkirin û asfaltkirinê birine serî. Lê heta niha jî balafirxane nehatiye temamkirin û weke hincet jî heta niha krîza heyî tê nîşandan.
Serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê, Mesrûr Barzanî Îloana sala 2021’ê çûbû serdana balafirxaneyê û qaşo proje û peymanên hatine kirin, di di ber çavan re derbas kiribûn û xwestibû di sala 2022’yan de balafirxane dest bi xizmetê bike. Lê heta niha jî balafirxane weke xwe maye. Li gorî agahiyan xerca ku ji bo balafirxaneyê hatiye destnîşan kirin, bi qasî 450 milyon dolaran e.
NAVENDA NÛÇEYAN