Balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker Dola Qelereş a nêzîkê Goyjane ya ser bi Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir. Li gorî agahiyan di encama êrişê de kesek birîndar bûye û kesekî din jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, di encama êrişê de du welatiyên siwarê motorsîkletê, hatine hedef girtin. Di encamê de kesek birîndar bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye. Lê ev agahî hîna ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nehatine piştrastkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN