Bajarekî bê nav yê Romayî dîtin

În 15 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • El Forau de la Tuta, Campo de la Virgen, yan jî Campo del Royo.Piştî bi sê salan piştrast bû ku ev dever esas bajarekî mezin ê kevnar e.

Sala 2018´an li bakurrojhilatê Spanyayê, Meclîsa Şaredariya bajarê Artiedayê ya li wilayeta Zaragoza ya li herêma Aragonê, ji beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Zaragozayê xwest, di warê lêkolîna hin xirbeyên li dora hicrika San Pedroyê (Pedroyê Xas) alîkariyê bi wan re bike. Ev xirbe bi gelek navê cihê tên nasîn: El Forau de la Tuta, Campo de la Virgen, yan jî Campo del Royo.Piştî bi sê salan piştrast bû ku ev dever esas bajarekî mezin ê kevnar e. Du caran jî xelk lê bi cih bûne. Carekê di serdema Romaya împaretoriyê de ji sedsala 1´ê heta sedsala 5´an û carekê jî di serdema navîn a Xiristiyaniyan Ewrûpayî de ji sedsala 9’an heta bi sedsala 13’an. 

Li gorî encamên lêkolîna hatî kirin, xirbeyên El Forau de la Tuta bajarekî împaretoriya Romayî yê ku heta niha pê nedihat zanîn bûye. Li quntarê aliyê başûr ên çiyayên Pîreneyan. Lê tevî ku bajar mezin e, avahiyên abîdeyê lê hene jî, kes bi navê wê yê serdema Romayê nizane û ev jî bi serê xwe ecêb e. 

Xirbeyên El Forau de la Tuta tenê kîlometre û nîvê dûrî navenda bajarê Artieda ye. Li ser zeviyekî qederê 40 metroyan dirêj û qederê 150 metroyan fireh e. Lê lêkoler dibêjin, bajar mezintir e, ji ber ku hîna wan li nav parselên zîran ên zeviyan lêkolîn nekiriye. 

Bajar ne dûrî wê rêya Romayê ya bi navê Rêya Fransî ye ku sê bajarên mezin ên Romayê bi hev ve dikirin: Iaca, Ilumberri û Pompelo. Heta di hicrika Pedroyê Xas jî kevirên ji bajarê Romayê hatine bikaranîn tevî serê stûnan. Mezinahiya keviran û serê stûnan îşaret pê dike ku ew ji avahiyên dewleta împeryal in. Lê ew ne tenê ji avahiyekê ne. Ji avahiyên cihê ne. Ev jî nîşan dide ku li bajêr gelek avahiyên împaretoriyê hebûne. 

Di kolanên sala 2021’ê de arkeologan tesbît kiriye ku li bajêr du rê hene. Yek ji wan rêya sereke ya bajêr e. Wan her wiha rêyeke ger û geşta welatiyan jî tesbît kiriye, tevî kanalîzasyonan û xetên avê. Li bajêr her wiha hemameke Romayî jî hebûye. Yanî hema welê bi tesadufekê, bajarekî Romaya împeryal hat dîtin, lê hîna jî navê wî yê kevin nayê zanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.