Bajarê Anî mirovan mest dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Hezîran 2024 - 01:15

  • Bajarê Anî yê dîrokî ku li navçeya Zaroşad a Qersê ye, ji aliyê turîstan ve eleqeyek mezin dibîne. Bajarê li girekî hatiye avakirin, dîmenên wê bandorek mezin li ser mirovan dike.

Bajarê Antîk Anî (Xerabeyên Anî) li navçeya Zaroşad a  Qersê ye. 44 kîlometreyî ji Qersê dûr e. Her dema salê ji aliyê turîstên biyanî û herêmî ve eleqeyek mezin dibîne. Bajarê Anî di 2016’an de ket lîsteya UNESCO. Bajarê Anî li sînorê Tirkiye-Ermenîstanê ye. Bajarê Anî heta sedsala 16’an her tim wek cihê xwecihbûnê dihat zanîn. Bajarê ku bi navê wekê "Bajarê Dêran a 1001’an", "Warê Qiralên 100 hezar nifûsê ya li ser Rêya Armûşê", "Bajarê Antîk Anî" û "Xerabeyên Anî" tê zanîn, seranserê dîrokê ji gelek şarîstanî û çandên cuda re malovanî kiriye. Bajarê Anî, şopa huner, çand, mîmariya Ermeniyan dihewîne, wek cihê civakên pir netew û pir olî ya ji Mezopotamya, Asya Navîn û Kafkasan hatine tê zanîn. Ji bajarê mezin yê dîrokî tenê xerabe mane. Li vî bajarî ku şopa gelek şaristaniyan heye, beşek mezin a avahiyan hilweşiyaye, hinek hatine restorekirin. Avahiyên hatine restorekirin ji ber ne kevirên xwezayîne, xwezabûna xwe jî winda dike.

Li bajarê Antîk Anî, mizgeft, dêr, perestgehên Zerduşt hene. Ev jî nîşan dide ku li bajar gelek ol û bawerî jiyane. Li gel vê bajar yekem navenda starbûnê ya li ser Rêya Armûşê ye. Ev jî nîşan dide ku bajar navendek navdar a bazirganiyê ye. Ji ber bajar li cihekî girîng e seranserê dîrokê ji aliyê şaristaniyên cuda ve hatiye bidestxistin. Di navbera 989-1020’an de bajar di bin kontrola Qralê Ermenî Gayîk de bû. Piştre bi dorê ket destê Bîzans, Begê Kurd a Şeddadî, Begê Gurcî Zakare, begên Xiristiyan yên cuda, Tîmur û Osmaniyan. Li aliyê din jî bi îlankirina komarê û diyarkirina sînoran, bajar di sînorên Tirkiyeyê de maye.

7 deriyên vî bajarî hene

Bajar ku gelek avahiyan dihewîne, 7 deriyên wê yên wekê Deriyê Navîn (Deriyê Şêr), Deriyê Bedenê yên Cot (Deriyê Qersê), Deriyê Hidirelez, Deriyê Acemoglu, Deriyê Migmig, Deriyê Divîn û Deriyê Avê. Heman demê de li bajar Dêra Mezin a a Katedral, Dêra Azîz Prkîch, Deriyê Şêr, Deriyê Gagîk, Dêra Kaya, Dêra Abughamrents, Dêra Bi Wêne, Keşîşxaneya Rahîbeyan, Dêra Keçên Ciwan, Qesra Selçûqî, Mizgefta Ebul Manucehr, Kervansaraya Selçuqî, Mizgefta Ebul Mammeran, Hemama Mezin û Biçûk, Şikeftinên Çemê Bostanî, Pira Rêya Armûşê, Keleha Hundir û Perestgeha Ateşgede hehe.

Bajarê Anî yê dîrokî ku li sînorê Ermenîstanê ye û her demsal xwe dixemilîne, ji aliyê turîstên herêmî û biyanî ve eleqeyek mezin dibîne. Bajar bi dîmenê xwe yê bi heybet bandoreke mezin li ser mirovan dike. 

JINNEWS/QERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.