Bahozên qûmê peyman dan mohrkirin

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • Iraqê li dijî bahozên tozê bi Îranê re peymanek îmze kir.

Iraqê li dijî bahozên tozê bi Îranê re peymanek îmze kir.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) got, “Wezîrê Jîngehê [ê Iraqê] Casim El-Felahî bi hevkarê xwe yê Îranî Elî Selçûk re li dijî bahoza tozê peymanek îmze kiriye.”

Beriya niha jî Wezareta Karên Derve hewlên xwe yên ji bo pêkanîna diyalogeke hevbeş a herêmî derbarê bahoza tozê û guhertinên avhewayê de ragihandibû. Di heman demê de wezaretê îşaret bi mijara guherîna avhewayê kiribû tevî metirsiyên kêmbûna avê, çolbûn, bahoza tozê li gel ewlehiya li herêmê. Wê dabû zanîn ku ew dixwaze tesîrên wê yên li ser koçberiya nifûsê lêkolîn bike. Wê diyalogeke çawa li ser mijarê piştî peymanê bi rê ve biçe, hîna nayê zanîn.

BEXDA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.