YAŞAR AKSU

Di dîroka têkoşîna Kurd de gelek navên nemir hene ku di rêya heqîqetê de dimeşin.

Şehîd Bager Tolhildan (Ramazan Aslan) jî yek ji van kesan e. Bager Tolhildan di havîneke germ a deşta Mêrdînê de, sala 1989’an li Nisêbînê tê dinê. Malbata wî malbateke welatparêz e û ji nav 8 zarokan Bager Tolhildan yê çaremîn e. Bager Tolhildan gava hîn piçûk e di bin bandora apê xwe Şehîd Ferhat (Abdullah Aslan) de dimîne. Apê Bager, di salên 1990’î de tevlî serhildanan bûye û dûre jî tevlî refên gerîla bûye. Apê Bager her tim ji wî re mînak bûye û ew jî daye ser şopa apê xwe.

Di temenekî piçûk de dibe mînak

Bager Tolhildan, di piçûkatiya xwe de pirr hatiye hezkirin. Ew ji malbatê nexasim jî ji bavê xwe yê nexweş re dibe şîfa û malbat bi hebûna wî pir kêfxweş dibe. Bager her ku mezin dibe bêhtir bi kurdeyatîya xwe dihese dîroka gelê Kurd dinase. Di nav hevalên xwe de û her wiha di nav civakê de bi kesayetî û sekna xwe balê dikişîne û ji her awayî ve dibe kesekî mînak. Ji ber malbata wî qerebalix e û bav jî nexweş e ew di temenek piçûk de mecbûr dimîne ku di karên cûr bi cûr de bixebite. Ji bo piştgirî bide aboriya malbatê tevî her du birayên xwe yên jê mezintir çi kar derkeve pêşiya wan dixebitin û ji bo kar texsîr nakin. Bager Tolhildan, pêşî solan boyax dike û demek jî di firinan de dixebite. Gava dibe havîn jî wek koçeberekî demsalî berê xwe dide bajarên Tirkiye û diçe li wir jî dixebite.

Bişaftina dewleta Tirk zû ferq dike

Bager Tolhildan ti temenekî piçûk de polîtîkayên bişaftinê yên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd ferq dike û çewtiyên wan dibîne. Ji lewma jî dibistanên pergalê qebûl nake û naxwîne. Ew bi çîrok û serhatiyên pakrewanên tevgera azadiyê radibe û rûdinê û çalakiyên wan bi mane dibîne. Bi vî awayî roj bi roj xwe bi rêxistin dike û bi aqilmendiya xwe bandorê li hevalên xwe û derûdora xwe jî dike. Bager Tolhildan yekî dilgerm e û kesekî sivik e, ji ber van taybetmendiyên xwe di nav civakê de pirr tê hezkirin. Derûdor û cîran ew ji bo zarokên xwe wek mînak nîşan didin.

2 sal û nîv di hepsê de dimîne

Bager Tolhildan yê ku ew her tim li ser rêya heqîqetê ye, sala 2011’an di nav xebatên ciwanan de cî digire. Gava ew hîna 13 salî ye di sala 2012’an de li Nisêbînê ji aliyê polêsên dewleta Tirk ve tê binçavkirin û dûre jî tê girtin. 2 sal û nîvan li hepsa Mêrdînê dîlgirtî dimîne. Ew di pêvajoya hepsê de bêhtir li ser doza Kurdistanê hûr dibe û dijminatiya dewleta Tirk baş nas dike. Piştî ji hepsê derdikeve li Bagoka Mêrdînê tevlî refên gerîla dibe.

Di şerê kolanan de cî digire

Piştî sala 2015’an dema Kurdan li hember rejîma Tirk ya faşîst xweseriya xwe îlan kir û dest bi şerên nav kolanan kir, Bager Tolhildan dîsa vedigere Nisêbîne. Di bin pêşengiya fermandar Şehît Xebatkar de li Nisêbînê li hember hêzên mêhtînger yên Tirk şer dikin û berxwedanekê dinivisînin. Heya şer bi dawî dibe jî ew li çeperên Nisêbînê li ber xwe dide û tirsê dixe nav dilê dijminên xwe. Piştî berxwedana Nisêbînê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe herêmên azad. Bager Tolhildan piştî tevlî refên gerîla dibe xwe li wir perwerde dike. Îrade û cesareta wî bala rêhevalîn wî dikêşe û Bager di temenekî piçûk de dibe fermandarekî tevgera azadiyê. Ew di her kêliyên jiyana xwe de li ser soza xwe disekine û bi îradeya xwe dibe tirs û xofa dewleta Tirk ya nijadperest.

Felsefeya PKK’ê alfabeya me ye

Bager Tolhildan piştî demeke dirêj li Başûr dimîne careke din vedigere Bakurê Kurdistanê. Ew li çiyayê Bagokê peywîrdar e û bi vê peywîra xwe gelek kelecan e. Ew di hevpeyvîneke xwe de wiha qala hestên xwe dike; “Me li hemberî komkujî û qirkirina dijmin, îdeolojî û felsefeya PKK weke alfabeyekê, kir îradeya xwe. Me wek ciwanên Kurd li hemberî dijmin refleksên xwe bi berxwedana serê çiya da nîşandan. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ji ser şopa şehîdên nemir veneqetin û bibin lehengên şoreşa Kurdistanê. Li warê Akîf û Botanan, li warê Soro û Zinarînan em layiqî berxwedana wan tevdigerin. Ti tişt nikare pêşîya me bigire û berxwedana me ya dîrokî bisekinîne. Em jî weke dilopekî baranê tevlî vê avê dibin û hêviya me ewe ku em layiqî berxwedana hevalên xwe yên şehîd bin. Em bi vê bîr û baweriyê soza xwe carake din dubare dikin. Em ê ew ala heya vir hatiye her bilind bikin û heya zaferê rakin û azadiyê mîsoger bikin.”

Bêguman wê bi ser bikeve

7’ê Gulana 2021’an li Eyaleta Mêrdînê, li qada Şehîd Merwan ya li herêma Bagokê dikeve, şer diqewime. Bager Tolhildan û hevalên xwe ji hêla tîmen dewleta dagirker ya Tirk tên ferqkirin. Di 8’ê Gulanê de bi balafiran herêmê bombebaran dikin. Di vê bombebaranê de Bager Tolhildan û 6 şervanên azadiyê şehîd dikevin. Dema malbat bûyerê dibihîse diçe ser cenazeyê Bager, piştî teşhîs û otopsiyê laşê Bager ji morgê digirin. Gelê Nisêbînê her çiqas dixwaze ew bi girseyî defin bike jî dewleta Tirk astengiyan derdixe û nahêle. Cenazeyê Bager Tolhildan di bin çavdêriya hêzên dewleta Tirk de, bê kefen û bê nimêj di 12’ê Gulana 2021’an de bi şev li goristana Moris tê defin kirin.

‘Bi lawê xwe serbilind im’

Dayika Bager Tolhildan bi şehadeta wî hestiyar dibe û dibêje, “Ez bi şahadeta lawê xwe serbilind im. Lawê min û hemû şehidên Kurdistanê li ser rêya şerefê û di rêya pîroz de canê xwe dan. Ji bo gelê xwe û axa xwe şehîd ketin. Ev berxwedana gelê Kurd wê her dewam be û bêgûman wê bi ser bikeve. Şehîd namirin û nemir in...”