Bager tê bibîranîn

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 14 Kanûn 2022 - 00:49

Ji înternasyonalîstên Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) 17´ê mehê li bajarê Elmanyayê Potsdamê bê bibîranîn. 

Hevrêyên wê yên Elman di banga xwe ya ji bo bibîranînê de got, “Beriya bi salan dostê me, hevrêyê me Micha, ji bo ku tevlî nav refên Şoreşa Rojava bibe û paşê tevlî nav têkoşîna azadiyê ya li çiyayên Kurdistanê bibe, ji vir da rê. 

Di vê pêvajoyê de ew bû Xelîl Viyan û Bager Nûjiyan. Ew ne tenê ji bo jiyana azad a herêmî lê ji bo ya seranserê dinyayê rabû têkoşiya. 

Wî da ser rêya felsefeya pratîk a Abdullah Ocalan, alîkarî kir ji bo bi konfederalîzma demokratîk, alternatîfeke ekolojîk a li dijî kapîtalîzmê peyda bibe û ji bo avakirina sîstema civakî ya alternatîf ya ku azadiya jinê nirxê herî mezin e. 

Em di jiyana Bager Nûjiyan de nimûneyeke lêgerîna înternasyonalîzmê, û li heqîqet, azadî û biratiya gelan dibînin.”

Bager Nûjiyan (Michael Panser) 14´ê Kanûna 2018´an di êrişke bi balefirên şer ên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê şehîd bû.

Di bibîranîna 17´ê Kanûnê de wê bernameyeke muzîkal hebe û tê de Bermal Çem, Jiyan Arjîn, Serhat Çarnewa û Koroyek wê derevin ser dikê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.