Baerbockê jî êrişî Şengalê kir

Pêncşem 9 Adar 2023 - 03:57

  • Piştî hevdîtinên li Hewlêrê bi du Barzaniyan re wezîra karê derve ya Elman Baerbockê, li aliyekî da zanîn ku ew ê di warê Nord-Stream 2´yê de ecele nekin, li aliyê din jî da zanîn ku ew destekê didin Peymana 9´ê Cotmehê ya li dijî xweseriya Şengalê.

Wêneyê Austin li Hewlêrê: SAFIN HAMED / AFP

REWŞAN DENIZ

Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock piştî ku çû serdana Bexdayê, doh berê xwe da Hewlêrê. Wê li Hewlêrê got, alîkariya wan a ji bo Iraqê û hikûmeta Hewlêrê di şerê li dijî DAIŞ´ê de wê dewam bike. Wê wekî din jî got, di warê xirakirina xeta lûleya gazê Nord-Stream 2´yê de ew ê biryarên ecele nedin.

Annalena Baerbockê pêr li Bexdayê bi Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Huseyn û serokwezîr Muhemmed Şîa el-Sûdanî re rûnişt. Wê li wir ji Îranê xwest êrişên xwe yên li dijî “serweriya Iraqê” rawestîne. Tevî ku dewleta Tirk esas êrişên dagirkeriyê dibe ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê, wê navê dewleta Tirk a dagirker û dagirkeriya wê bi xwe jî hilneda. Fuad Huseyn bi xwe jî êrişên “welatên cîran” ên li dijî xaka Iraqê weke “nabe ku bên qebûlkirin” bi nav kirin, lê wî jî navê dewleta Tirk weke êrişkar hilneda.

Wezîra Elman, doh jî çû Hewlêrê û li wir bi nûnerên PDK´ê re rûnişt. Annalena Baerbock pêşî bi serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî re rûnişt. Piştî civînê wê bal bire ser Êzîdiyên di kampên PDK´ê de dimînin û got, “Nabe kesek tevahiya emrê xwe li kampan bibihurîne.” Wê soz da ku ji bo vegera ser xaka xwe ya penaberan Elmanya wê bi Iraqê re alîkar be.

Di dema daxuyaniya hevpar a piştî civînê de li ser pirsekê wezîra Elman Baerbockê got, “Helbet em nûçe û agahiyên ji aktorên cihê ji nêz ve dişopînin. Lê lazim e em li benda encamên lêpirsînê bin, da ku  em weke hikûmet li gorî van agahiyan karibin bigihîjin encaman.” Wê ji bo alternatîfa gaza ji Başûrê Kurdistanê de jî got, ew dixwazin bi alternatîfan, di warê enerjiyê xwe azad bikin û di vî warî de ew bi Bexdayê re jî peywendiyên datînin. Wê têkiliyên li ser mijarê bi hikûmeta Hewlêrê re jî bi gotinên, “Divê di navbera Bexda û Hewlêrê de têkilî û hevahengî li ser mijarê hebe” îfade kir. 

Plana NATO´yê ferz dikin

Piştî hevdîtina bi Barzaniyekî re, wê hevdîtina bi Barzaniyê din re yanê serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî re kir. Piştî vê hevdîtinê jî aliyan daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.

Wezîra Elman li vir desteka xwe ya ji bo Peymana 9´ê Cotmehê ya li ser Şengalê eşkere kir. Rêveberiya Xweser a Şengalê, vê peymanê weke dewama fermana 3´yê Tebaxa 2014´an dibîne. Li ser zexta dewleta Tirk û piştgiriya NATO´yê, serokwezîrê berê yê Iraqê Kazimî ev peyman bi hikûmeta Hewlêrê re îmze kiribû.

Piştî Pentagonê çû

Beriya wezîra Elman, Wezîrê Bergiriyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lloyd Austin çûbû Bexda û Hewlêrê. Wî ji serokwezîrê Iraqê Sûdanî re got, hêzên leşkerî yên Emerîkî amade ne li Iraqê bimînin heger hikûmeta Iraqê vê bixwaze. Wî piştî hevdîtinên bi Sûdanî û Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê el-Ebbasî re gotibû, ew xweşbîn e ji bo siberoja peywendiyên Iraq û DYE´yê.

Austin piştî Bexdayê beriya bi sê rojan çûbû Hewlêrê û bi Nêçîrvan Barzanî re jî rûniştibû. Austin li wir eşkere gotibû, “Lazim e Hewlêr û Bexda bi hev re kar bikin.”

Hema piştî vê serdana serdana wezîra Elman Baerbockê ya ku îro û sibe jî wê dewam bike, tesadufî nînin û encamên wê yên li ser Şengalê û siyaseta navneteweyî ya Îranê wê xwe ne dûr lê nêzîk eşkere bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.