• Baba Şêxê nû yê Êzîdiyan Elî Iliyas sond xwar.

Li Laleşê bi merasîmeke taybet Baba Şêxê nû yê Êzîdiyan Elî Iliyas sond xwar û dest bi erka xwe kir. Ji bilî çapemeniya nêzî PDK’ê destûr nehat dayîn ti ragihandinek din merasîmê bişopîne.

Piştî sondxwarinê Babe Şêxê nû ku gelek derdor û rusipiyên civaka Êzîdî li hemberî hilbijartina wî nerazîbûna xwe nîşan dabûn, peyamek da. Di peyamê de Elî Îlyas qala yekîtiyê kir û soz da wê bi pêkhateyan hemûyan re bide û bistîne.
Mîrên Êzîdî, endamên Meclîsa Ruhanî û rûspiyên civaka Êzîdî di 14’ê Mijdara 2020’an de li şûna rêberê Êzîdî (Babê Şêx), Elî Eliyas Nasir hilbijartin.

Rêberê ruhanî yê Êzîdiyan Babe Şêx Xirto Hecî Îsmaîl di 1’ê Cotmehê de li nexweşxaneyek Hewlêrê jiyana xwe ji dest da bû.
Mîrên Êzîdî û Meclîsa Ruhanî li gorî orf û adetên civaka Êzîdî piştî ku Babê Şêx jiyana xwe ji dest da nikare di nava 40 rojan de Babê Şêxeke nû hilbijêre.

Her tim Babê Şêxan ji du malbatên ku neviyên Şêx Fexir El Dîn in hildibijêrin. Di baweriya Êzîdî de Babê Şêx, piştî mîrê Êzîdî duyemîn erka herî girîng e.

NAVENDA NÛÇEYAN