Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li gel û dostan kir û got; “Hîn bi xurtî tevlî pêngava me ya 'Dema azadiyê ye' bibin, komploya 9'ê Cotmehê bi hêz şermezar bikin û hîn bi xurtî tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' bibin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 22'an a Komploya Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hin beşên ji daxuyaniyê weha ne:
"Êrişa bi Komploya Navneteweyî li ser navê sîstema modernîteya kapîtalîst a kûrewî ji aliyê DYE'yê ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin, armanca wê îmhakirina Rêber Apo û birina serî ya qirkirina Kurdan bû. Di ser vê êrişê re 22 sal derbas bûn. Bi vê wesîleyê em careke din êrişa herî paşverû û hov a dîrokê, komploya 9’ê Cotmehê û hêzên komploger hemûyan lenet dikin. Em Rêber Apo ku 22 sal in li dijî vê komploya nemirovane ji bo azadî û demokrasiyê berxwedaneke destanî raber dike û her kesê ku di vê berxwedanê de ked daye bi rêzdarî silav dikin. Di sala 23’yan de em ji bo her kesê ku bi armanca hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û ji bo serbestiya Rêber Apo têdikoşin, serketinê dixwazin.

Komplo nû kirin

Rêveberiya niha ya DYE'yê jî der barê sê hevalên me yên Rêveberiya PKK’ê biryara girtinê da û ev jî wê maneyê careke din komployê dixin dewreyê. Dîsa di salvegera 21’ê ya komployê de, 9’ê Cotmeha 2019’an ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê piştgiriya Dewleta Tirk kirin û ev tê heman maneyê. Bi vî awayî rêya dagirkirina hin bajarên girîng ên Rojavayê Kurdistanê hate vekirin, bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe bûn, dîsa sedan Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Bêguman li pişt van pêkanînên qirker-faşîst ên dewleta Tirk DYE’yê heye. Bi vê wesîleyê em êrişên dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê ku 2019’an de hate destpêkirin lenet dikin, şehîdên qehreman ên berxwedanê bi rêz û mînetdarî silav dikin, bawer dikin ku gelê me yê Rojava wê di sala diduyan de li dijî dagirkeriyê bi hêztir li ber xwe bide, dagirkeriya heyî bişkîne. Di vê rêyê de serketinê dixwazin.

Armancên me diyar in

Niha wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bi hemleya berxwedanê ya 'Bes e Ji Tecrîd, Dagirkerî, Faşîzmê re! Dem Dema Azadiyê Ye!' em dikevin  sala 23’yemîn a têkoşîna li dijî komployê. Pêkanînên me yên 22 salan, eşkere nîşan dide ku em ê di sala 23’yan de li ser bingehê hemleya berxwedan û azadiyê çi bikin. Hemleya di 12’ê Îlonê de hat îlankirin, di serî de jin û ciwan, ji aliyê hemû gelê me û mirovahiya demokratîk ve hatiye pejirandin. Hêzên qehreman ên gerîla derbên giran li dijminên faşîst-qirker didin û ji hemleya me ya azadiyê re pêşengtiyê dikin. Li her derê bi armanca hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê û bi daxwaza serbestiya Rêber Apo, çalakiyên demokratîk tên lidarxistin. Eşkere ye, hemleya azadiyê ya ji aliyê Tevgera me hatiye pêşxistin, ji her tiştî zêdetir hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku sembola komploya navnetewî ye daye ber xwe û serbestiya Rêber Apo kiriye armanc. Esas li dijî komployê dibe hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vî bingehî roja 10’ê Cotmehê, di asta kûrewî de wekî 'Roja Ji Rêber Apo re Azadî' hatiye îlankirin.

10ʼê Cotmehê li qadan bin

Pir zelal e, em bi hedefa bi temamî têkbirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikevin nav têkoşîna sala 23’yemîn a li dijî komployê. Bi pêşxistina çalakiyên azadiyê yên li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê jî nîşan didin ku em ê hedefa xwe serbixin. Li ser vî bingehî em careke din di serî de jin û ciwan bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî hemleya me ya 'Dem Dema Azadiyê Ye' bibin, di salvegera 22’yemîn de Komploya 9’ê Cotmehê xurtir protesto, şermezar bikin, di 10’ê Cotmehê de li her qadê xurtî tevlî çalakiyên 'Roja Ji Rêber Apo re Azadî' bibin û azadiyê teqez bi dest bixin!"

ANF/BEHDÎNAN