Azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:45
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Armanca me ya dawî azadiya fîzîkî ya Rêberê me û pêkanîna statuya Kurdistanê ye."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim komploya navneteweyî, tecrîda 26 salan û rastiya Rêber Apo nirxand. Xalên sereke ji nirxandina Ayten Dersim bi vî rengî ne:
"Têkoşîna bi rûmet a 26 salan a li Îmraliyê ya Rêberê me û têkoşîna tevgera me, rêveçûna me diyar kir. Lehengiyên mezin, berxwedan û têkoşîna bi heybet a gelê me tecrîd derizand. Rêbertî beriya niha bi salan diyar kir ku komplo negihîştiye armanca xwe. Bêguman Rêberê me bi têkoşîna xwe ev yek diyar kir. Weke tevger jî em li dora têkoşîna Rêberê xwe civiyan. Me careke din nîşanî cîhanê dan ku komplo çiqasî îşkencekar e, tecrîd çiqasî li derveyî hiqûq û siyasetê ye. Bi asta heyî re weke Tevger em dibêjin me komplo derizandine. Ev têrê dike? Bêguman têrê nake. Ji ber ku armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêberê me û statuya Kurdistanê ye.
Rêbertî di parêznameyên xwe de dibêje, 'Ez tiştekî xeyalî nabêjim. Utopîk nînim. Tiştên neşênber nabêjim. Formuleke şênber û dikare bê pêkanîn pêşniyar dikim. Navê vê jî sîstema konfederal a demokratîk e'. Her gel dikare bi reng, nasname, ziman û hebûna xwe di nava sîstema konfederal de hebe û bibe hevpar. Ji ber vê yekê jin hemû xwe di nava vê de dibînin. Hevrê, dost û gelên enternasyonal dibêjin, 'Em di azadiya Rêbertî de azadiya xwe dibînin. Di nava sîstema konfederal a demokratîk a Rêbertî de em xwe dibînin. Ev sîstem dikare nasnameya me nîşan bide. Di nava wê de înkar nîne. Rengê xwe di nav de ye'.
Weke Tevgera Jinê ya Kurd em tevgereke Rêbertî ne. Rêbertî pêşengî, felsefe û îdeolojiya xwe ava kir. Bi avabûna PKK'ê re bi pêşengiya hevala Sara gihîşt vê serdemê. Ji Tevgera Jinê re got, 'Hûn bi îrade, fikir û hebûna xwe, xwe biafirînin'. Eger ya ku destpêkê hate kolekirin jin be, ya ku destpêkê divê azad bibe jî jin e ku divê rêxistiniya xwe ava bike. Ji bo jin bigihêje cewhera xwe Rêberê me 50 salan têkoşîneke berfireh meşand û dimeşîne. Parêznameyên xwe di çarçoveya jinê de ne. Îdeolojiya xwe ya rizgariya jinê îdeolojiya zayend nîne; îdeolojiyeke civakî û çandî ye. Ne tenê ya jinê ye. Ji bo me pîvanên îdeolojîk hene. Teoriya qutbûnê heye, yanî qutbûna ji mejiyê serweriya mêr, avakirina fikrê azad ê jinê ye.
Paradîgmaya Rêbertî, sîstema demokratîk, xeta azadiya jinê û civaka ekolojîk îfade dike. Divê ev yek ji aliyê fikrî, pênase û zanistî ve bêne fêhmkirin û bicihanîn. Divê em komplogerên 15'ê Sibatê, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ya 26 salan hilweşînin, jiyana azad biafirînin, îradeya azad pêk bînin û ber bi armanca civaka azad ve bimeşin. Bi vî rengî em dikarin vê dewletê bê bandor bikin."
ANF/GULISTAN CÎHAN/BEHDÎNAN