Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 03:05

Kurdên li Ewropayê û dostên wan çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi biryardarî didomînin. Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşa bi meşaleyî û mîtîng hate lidarxistin.

Meş li Gare de Strasbourg dest pê kir û li Place Kleber dawî bû. Di meşê de pankartên ku balê dikişînê ser tecrîda sûcê mirovahiyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşa ku flamayên wêneyê Rêber Abdullah Ocalan li ser û alên PKK’ê hatin hildan de meşale hatin vêxistin. Bi fîtikan çalakiya bi deng hate lidarxistin û balê kişandin ser tecrîdê.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Rejîma Tirk faşîst e” , “Libertê pour Ocalan” , “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Meş li Place Kleberê bi dawî bû û piştre mîtîng hate lidarxistin. Mitîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û ev rewş gelê Kurd dixe fikaran û hate gotin:“Em ciwanên Kurd carek din bang li dewleta Tirk a faşîst dikin; Rêbertiya me vîna pirsgirêka Kurd e, em jî hevrê û fedayiyên wî ne. Tecrîda li ser Rêbertiya me sûc e û êşkenceyeke ku li dijî tevahiya gelê Kurd tê sepandin. Em dizanin ku azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd e. Em li ku derê cîhanê bin jî wê têkoşîna me heta azadiya Rêbertiya me û Kurdistanê dewam bike.” Piştî daxuyaniyê mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Xwendina pirtûkên Ocalan

Kolektîfa Ciwanên Enternasyonalîst di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakiya xwendinê lidar xist. Kolektîfa Ciwanên Enternasyonalîst ku xwendekarên Zanîngeha Lozanê di nav de ne, di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakiya xwendinê lidar xist.

Çalakiya destpêkê ya çalakiyên xwendinê ku wê heta 10'ê Kanûnê dewam bikin, li Sendîkaya Unionê pêk hat.

Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê hatin xwendin û nîqaşkirin. Her wiha têkoşîna jinên cîhanê û girîngiya bicihanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatin nirxandin. Çalakiyê bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Tevgera Jinên Kurd dewam kir. Çalakiyên xwendinê wê bi 30'ê Cotmehê bi mijara 'Ekolojiya Civakî' û danasîna kovara 'Lêgerîn', di 14'ê Mijdarê de bi mijara 'Konfederalîzma Demokratîk' û heta 10'ê Kanûnê li Pole Sud'ê dewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.