Pêkhateyên Êzîdî û Ereb yên Rêveberiya Xweser ya Şengalê, tevî hemû sazî, partî, tevgera jin û ciwanan, bi daxuyaniyeke hevpar  tevlî pêngava navneteweyî ya bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ bûn. Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî tevlî pêngavê bû. Hevserokê berê yê PADÊ û endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih têkildarî tevlîbûna civaka Êzîdî ya ji pêngavê re axivî.

Êzîdî bi saya Rêber APO rizgar bûn

Emer Salih destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Şengalê hatiye destpêkirin û got: “Ev pêngav ji bo Êzidiyan ferz e. Civaka Êzidî û Şengal bi temamî  ji saya fikir û felsefeya Rêber Apo rizgar bû. Ji ber vê jî di vê em xwe di serî vê pêngavê de bibînin. Eger ne ji fikrê Rêber Apo bûya, niha tiştek bi navê Êzdayetiyê nemabû.”

Rêber APO azad nebe xweserî nabe

Emer Salih ji hemû Êzîdiyan xwest, tevlî pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin û got: “Divê her Êzîdiyek xwedî li pêngavê derkeve, ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bigihîne cîhanê. Heya azadiya Rêber Apo pêk neyê, wê xweseriya Şengalê jî nebe. Em bala xwe bidinê heta niha dewleta Iraqê xwedî li hestiyên me jî derneketiye. 9 sale hîn hestiyên me li qadan in.’ Emer Salih da zanîn civaka Êzîdî bi saya Rêber Apo bûye xwedî rêveberiyeke xweser û got: “Iraq heya niha tiştek ji bo Şengalê nekiriye. Lê bi saya Rêber Apo Rêveberiya Xweser ava bû. Ji bo vêya jî dibêjim, eger Rêber Apo azad bibe, wê Şengal jî xweser bibe.”

Li ser binçavkirina ciwanên Êzîdî ji aliyê PDK’ê ve jî Emer Salih got: “Ciwanên me diçin, ber ziyaretgeha xwe ya pîroz, ji aliyê desthilatdaran ve têne girtin. Azadiya Rêber Apo girêdayî asta hemleya me ye. Bi rêya xurtkirina vê hemleyê, em dikarin hemû planên qirêj yên li ser Şengalê jî têk bibin.”

Cîhan xwedî li Ocalan derdikeve

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih destnîşan kir ku ji ber fikrê Rêber Ocalan fikrekî însanî ye, di asta navnetewî de xwedî derketin lê çêdibe: “Ne tenê civaka Êzidî û Şengal dest bi vê pêngavê kiriye, di tevahiya cîhanê de pêngav destpêkiriye. Ji ber fikrê Rêbertî însanî ye, herkes xwedî lê derdikeve. Azadiya Rêbertî  azadiya Kurdistanê, Êzîdxan û gelên bindest e. Çawa Rêber Apo azad bibe, wê hemû cîhan jî azad bibe. Ji bo em fikrê azad ê Rêber Apo ji nava çar dîwaran derxin, divê herkes tevlî pêngavê bibe.”

ROJNEWS/ŞENGAL