Azadiya Ocalan jiyanî ye

Sêşem 30 Çile 2024 - 15:01

  • Parlamentera Mêrsînê Koca ku serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirî got berxwedana dijî tecrîdê bi armanca têkbirina faşîzmê ye, meseleya azadiya Ocalan meseleyeke jiyanî ye û dewlet mecbûr e gavan bavêje. Her wiha ji OHD’ê Parêzer Erhan Çiftçîer jî got grev rengekî xweîfadekirinê ye û ku dewlet tecrîdê raneke wê bixisire. Parêzer Taşdogen jî got CPT pir pasîf tevdigere.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî” 65 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 66’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ku 27’ê Mijdarê bi çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî”  dest pê kirî didome.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrsînê Perîhan Koca, têkildarî hevdîtina xwe ya bi girtiyên re axivî. Koca 26’ê serdana Girtîgeha Tarsûsê kiribû û bi çalakgerên grevên birçîbûnê re axivîbû.

Koca diyar kir tecrîda li ser Ocalan li dijî mirovahiyê ye û got ew bi pêla berxwedanê ya li dijî polîtîkayên tecrîdê dane destpêkirin hewl didin faşîzmê bişkînin. Koca, diyar kir daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan daxwazeke jiyanî ye.

Koca, ku di 26’ê çileyê de li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê bi girtiyan re hevdîtin kir wiha got: "Min bi girtiyan re hevdîtin kir. Hevalan got, 'Em li ber xwe didin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiyeke bi rûmet a hemû gelan li ber xwe didin.'Di warê fêmkirina wesfa çalakiyê de peyameke gelekî girîng dan me. Ev peyam ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Girtî nîşan didin ku li hemberî polîtîkayên 'dabeşker' ên desthilatê çawa Komara Demokratîk tê parastin."

 

Dewlet divê daxwaza girtiyan bi cih bîne

Koca, da zanîn ger desthilata siyasî heta 15’ê Sibatê li hemberî van daxwazan gavan neavêje wê girtî berxwedanê bigihînin asteke cuda û got, "Em daxwaz û armancên girtiyan li Meclîsê tînin ziman, lê belê muxatab tune. Di halê hazir de desthilata siyasî mecbûr e bersiva van daxwazan bide." 

Rêveberiya girtîgan tehdê li girtiyan dikin 
Koca, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên di greva birçîbûnê de ne û wiha dom kir: "Rêveberiya girtîgehê ji bo şikandina greva birçîbûnê, 4 girtiyên ketibûn grevê sirgûn kirin, radyoyên wan kom kirin û cezayê hucreyê li wan birîn. Dîsa girtiyên herî dawî ketin çalakiyê, di bin baranê de hejmartina li ser piyan li wan hatiye ferzkirin."
 

Tecrîd meseleya me hemûyan e

Koca, diyar kir ku çareseriya demokratîk pêkan e û bang li desthilatê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo rawestandina şer divê gaveke rast bê avêtin. Gavavêtina ji bo tecrîda Îmraliyê wê were wateya pêngava aştiyê. Ev pirsgirêk ya me hemûyan e. Ger em dilê me û avakirina komareke demokratîk hebe, divê em bibin dengê dayikên aştiyê. Ji bo aştiyê divê em bibin hevparê vî dengî."
Her wiha jij bo "tecrîda mutleq" a li Îmraliyê bi dawî bibe, ji 35 baroyan hezar û 330 parêzerî 22'yê Çileyê serî li Wezareta Dadê dan û daxwaza hevdîtinê kirin. Ji parêzerên ku serlêdan kirin Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Erhan Çîftçîler derbarê tecrîdê û serlêdana kirine de axivî. 
 

Tecrîd ne hiqûqî siyasî

Çîftçîler bilêv kir ku rewşa neragihana mutleq ketiye meha xwe ya 35’an û got: “Tu qanûneke nivîskî ya neteweyî û navneteweyî tune ye ku rê li ber hevdîtina parêzer û muwekîl bigire. Ev sepan, li tu devera cîhanê tune ye. Êdî tiştekî ku em vê yekê binirxînin nemaye. Ev rewşa tecrîdê nêzîkatiyeke siyasî ye, ne hiqûqî ye."
 

Grêva birçîbûnê xweîfadekirin e

Çîftçîler anî ziman ku divê polîtîkayên heyî di çarçoveyeke dîrokî de bên nirxandin û got: “Berê tiştekî bi navê ‘sîrgûnkirina Kurdan’ hebû. Ji bo nimûne; dema kesek li bajarên Kurdistanê dihat girtin, sirgûnî Konyayê yan jî Stenbolê dikirin. Îro girtiyan dişînin Enqere, Edîrne an jî Samsûnê. Kesên tên sirgûnkirin dixwazin xwe îfade bikin. Greva birçîbûnê tam ev rengê îfadekirinê ye. Li hemû girtîgehan tecrîd heye. Ji bo vê jî divê gelê me bi baldarî nêzî grevên birçîbûnê bibe. Ev çalakî li dijî pergala tecrîdê ye û dixwazin dengê xwe ragihînin derve." 

 

Daxwaza hevdîtinê rewa ye

Çîftçîler bibîr xist ku cara ewil sala 2022’yan ji aliyê 775 parêzeran ve serî li Wezareta Dadê hatiye dayîn û wiha got: “Serlêdanên me bêbersiv man. Niha me bi hezar û 330 hempîşeyên xwe re serlêdan kir. Ger daxwaza me pêk neyê, em dikarin eşkere bibêjin; Hejmara me wê roj bi roj zêde bibe. Hemû hevalên me li dijî 'nêhuqûqîtiya mutleq' in. Qanûna înfazê, qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî eşkere ne. Li gorî van qanûnan divê em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê daxwaza parêzeran daxwazeke rewa ye. Em daxwaz dikin ku qanûn bê cîbicîkirin û em dixwazin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Hukmeke ku dê heta dawiyê nehêlî kesek hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, tune ye." 
 

Serlêdana me dijî ‚dewleta polîsî‘ ye

Çîftçîler bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Rêber Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya derbarê Can Atalay û wiha got: “Eger parêzer li dijî çalakiyên wekî kampanyayên îmzeyê yên li dijî bêhiqûqîtiyên di sala 2014’an de rabûna dê Can Atalay îro li derve bûna û dê di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de ewqas şer derneketa. Bi serlêdanên xwe re em li dijî 'dewleta polîsî' li ber xwe didin. Ev serlêdan, ji bo standardên hiqûqa gerdûnî bên sepandin, tên kirin." 
 

Dê dewlet bixisire

Çîftçîler anî ziman ku bêhiqûqiya li Îmraliyê li her derê belav bûye û wiha got: “Em vê yekê belesebeb nabêjin. Em vê bi bûyeran dibêjin. Berê, nêrînên parêzer û muwekîlan esas nedihatin girtin. Ev pêşî li Îmraliyê hat kirin û niha li hemû girtîgehan tê meşandin. Tecrîda mutleq ji Îmraliyê ber bi girtîgehên Tîpa S'yê ve çû. Ger daxwazên me esas neyên girtin dê dewlet bixisire. Demokrasî dê xera bibe, hiqûq dê têk diçe. Desthilat li şûna ku daxwazên me îllegalîze bike, divê wan bi cih bîne. Daxwaza me ne daxwazek e ku kesan têxe rewşeke dijwar. Em tenê dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Mafên me yên qanûnî bi awayekî defakto tên astengkirin. Vê rewşê ji holê rakin. Eşkere ye ku ger ev daxwaza me pêk were dê di civakê de aramî çêbibe.

 

Em erkên CPT’yê bi bîr tînin

Ji parêzerên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li CPT û Wezareta Dadê ya Tirk dan, endama OHD'ê Elîf Taşdogen diyar kir ku divê li dijî tecrîdê 'yek dengî' hebe.
Taşdogenê diyar kir ku CPT organa Konseya Ewropayê (KE) ye û Tirkiye jî alîgireke wê ye û destnîşan kir ku divê CPT li dijî binpêkirinan li Tirkiyeyê zorê bide Tirkiyeyê. Taşdogen got: "CPT'ê di sala 2019'an de û di sala 2020'an de di rapora xwe ya der barê Îmraliyê de, bal kişandiye ser tecrîda mutleq. Helbet ji aliyê komîteyeke ku Tirkiye jî alîgirê wê ye bilêvkirina tiştekî wiha girîng e. Em bi daxwaznameyên xwe erkên CPT'yê bi bîr tînin. Her wiha ger welatên alîgirên wê pêşniyazên wê bi cî neyne, mafê wê yê ku van welatan teşhîr bike heye." 

 

CPT pir pasîf tevdigere

Taşdogenê diyar kir ku CPT peywira xwe bi cih neaniye û "pasîf" tevdigere û got: "Em dibînin ku CPT di bin bandora pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê de ye û li gorî wê tevdigere. Di şert û mercên asayî de saziyeke wiha ye ku mîsyona xwe pêk tîne, lê dema mesele Îmralî be, pir pasîf tevdigere." 
 
Taşdogenê bal kişand ser serlêdana wan a li Wezareta Dadê û got: “Ji bo birêz Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne me serlêdan kir. Ango armanca me ew e ku em careke din rêgeza dewleta hiqûq bibîr bînin û dawî li vê tecrîda kûrkirî û îşkenceyê bînin."

 

Parezerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.