Azadiya Ocalan ji Kurdan re hêz e

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:25

Endama “Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriye ya Ocalan Biparêze” parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û got pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan çareser bibe.

Aynûr Paşa diyar kir ew 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi xemgînî pêşwazî dikin, komplo di şexsê Ocalan de li dijî hêviyên gel e.Paşa bal kişande ser tecrîda girankirî, bi bîr xist ku ev 3 sal in ti agahî ji Rêbertiya Kurd nayê û got,’’Heqê her girtiyekî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê dema mirov sîstema Îmraliyê ya heyî dinirxîne, ev yek ji bo Abdullah Ocalan nayê bicihanîn.”

Hiştina ti hicreya yekkesî de sûc e

Paşa bi bîr xist ku dewleta Tirk Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îmze kiriye, tevî serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê jî ti bersivekê nadin parêzerên Ocalan bi hinceta cezayê disîplînê û got,’’Gelo ev cezayê disiplînê çiye? Li gorî qanûnên navneteweyî eger girtî zirarê bide girtiyên li cem xwe, cezayê disîplînê tê dayîn û ev ceza ji 15 rojan derbas nake. Girtîgeha Îmraliyê ji sîstemeke hucreya yekkesî pêk tê. Li gorî qanûnên navneteweyî eger girtiyek di hucreya yekkesî de bê girtin, ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Tevî ku parêzer îtîrazê vê rewşê dikin jî, bersiveke erênî nayê dayîn. Êşkence sûc e, yê ku êşkenceyê pêk tîne li gorî qanûnên dewletan divê bê darizandin.”

Divê Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire

Aynûr Paşa ragihand ku cezayê muebedê yê girankirî ne li gorî mafên mirovan e, bi bîr xist ku Tirkiye endamê Peymanê Mirovan ê Ewropayê ye û got,’’Endamtî tê maneya ku divê li gorî biryarên DMME’yê tevbigere. Divê Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire ku temenê wî ji 74’ê zêdetir e û 25 sal in li girtîgehê tê ragirtin. Tecrîdê dirêjtir dikin. Niha şert û mercên girtîgehê jî nayê zanîn.”

CPT xwe kerr dike

Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku divê welatên Ewropayê serdana îltîcayê ya Abdullah Ocalan qebûl kiribana û ev tişt got: “Raporên ku CPT nivîsandine, ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên eşkerekirin. Ti zexteke CPT’ê ya têkildarî vê yekê nayê dîtin. Heta niha divê CPT daxuyaniyek daba, lê dengê xwe jî dernaxîne.”

Azadiya Ocalan wê ji Kurdan re bibe hêz

Aynûr Paşa anî ziman ku Kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji gelê Kurd re wê bibe hêzeke mezin. Pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Birêz Ocalan pêk were.”

Gelê Kurd dijî tecrîdê rabûye ser piyan

Yek ji Rêwiya Meşa Azadiyê û Parlamentera DEM’ê Salîha Aydenîz ragihand ku yekane navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Îmrali ye û bi bîr xist ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were di 1'ê Sibatê de wan dest bi meşê kirin. Aydenîz got, "Ev meş ne meşeke wiha ye ku hinekan bi serê xwe dane destpêkirin. Niha li girtîgehan bi dehan girtî di greva birçîbûnê de ne, dayik di Nobeda Edaletê de ne, li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê meş têne lidarxistin. Yanî gelê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê rabûne ser piyan. Îro li gelek deverên cîhanê, her kesên ku felsefe, îdeolojî, perspektîfa çareseriyê û baweriya Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê girîng dibînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan çalakiyan dikin. Meşa me jî di vê çarçoveyê de ye."

Gelê me li hêviya gaveke wiha bû

Aydenîz bal destnîşan kir li her qonaxa Meşa Azadiyê gel bi dilgermî û coşiyeke mezin Karwanê Meşa Azadiyê pêşwazî dike û got, ‘’"Li her deverê gel bi hêviyeke mezin me pêşwazî dike. Em piştî vê pêşwaziyê meşa xwe dewam dikin. Li her deverê em gora kesayetên naskirî yên wê derê, cihên dîrokî ziyaret dikin û daxuyaniyê didin çapemeniyê. Kesên ku em hevdîtinê bi wan re dikin dibêjin ku ew meşê dişopînin û jê kêfxweş in. Em fêhm dikin ku gelê me li benda vê bû. Yanî li benda pêngavekê bû. Me jî bi çalakî û meşa xwe li dijî tecrîdê gavek avêt, dest bi pêngavekê kir. Gel ji dil ve xwedî li vê meşê û çalakiyên li dijî tecrîdê derdikeve."

Meşa me gihaştiye armanca xwe

Aydenîz bi dewamî got, "Mirov gore û lepikên bi xwe çêkirine, zarok pêlîstokên xwe, hinek jî alavên xwe yên taybet, diyariyan didin me ku em bigihînin Îmraliyê. Ji ber vê yekê ev meşa me ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd perspektîfeke çareseriyê daniye holê. Rastiyeke sîstemê heye ku îro veguheriye krîz û kaosê. Ev sîstem tê wateya komkujî, şer û polîtîkaya tunehesibandinê. Lê belê perspektîfa ku Birêz Ocalan daniye holê ji bo gelan, jinan, baweriyan û ciwanan sîstemeke ji rêveberî û jiyaneke hevpar e. Rojava mînaka dawî ya vê yekê ye. Çareseriya krîzan hemûyan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û hevdîtina bi wî re ye. Gelê me ji vê yekê bawer dike, lewma ev meş digihêje armanca xwe û civakî dibe."

Tecrîda Imraliyê li hemû girtîgehan belav bûye

Hevberdevka HDK’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) Esengul Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka Kurd girêdayî hev in û got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek baş be. 

Demîr, got ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan îro bi rengê agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê tê domandin û ev tişt anî ziman: “Ev rewş hem li dijî hiqûqa navneteweyî hem jî li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tecrîd, sepanekî li dijî mirovahiyê ye û îktîdara ji vê tecrîdê hêz digire, heman pergalê li girtîgehan jî dixe meriyetê.’’

Rabûna dijî tecrîdê rabûna dijî faşîzmê ye 

Demîr bi domdarî got tecrîd tenê bi girtîgehan ne sînordar e, tesîra xwe li ser gel jî dike û domand,’’Neteweperestiya li welêt zêde dibe, pênekirina destûra bingehîn, nefreta tê pêşxistin, polîtîkayên sansurê yên li ser çaemeniyê, veqetandina bûdçeya welêt a ji bo şer û hwd. tevek jî eleqeya xwe bi vê tecrîdê heye. Tê dîtin ku li Tirkiyeyê faşîzm tê avakirin. Lewma divê tevahiya raya giştî li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan derkeve. Ji ber ku taloke li ser pêşeroj û jiyana wan a demokratîk heye.’’

Tecîd û pirsa Kurd têkilî hev in 

Demîr, bi lêv kir ku tecrîd û pirsgirêka Kurd eleqeya xwe bi hev ve heye û got,’’Pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê ne tenê Tirkliyeyê, Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî jî eleqeder dikin. Jixwe komploya navneteweyî ev yek pir bi eşkereyî nîşanî me da. Ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan, her wiha tê wateya azadiya fikrê wî. Ji ber ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de nifteya herî girîng Abdullah Ocalan û fikrên wî ne, divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 

MA/ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.