• Siyasetmevan Mehmûd Osman bi bîr xist ku dîlgirtina Rêber Ocalan komployeke navneteweyî bû û got: Divê hewldan hemû ji bo azadiya Rêber Ocalan bin. Ji ber ku azadiya wî gelekî girîng e û wê bi xwe re aştiyê bîne.

Siyasetvanê Kurd ê Başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya yekîtiya di nava Kurdan de, ji Rojnewsê re axivî.

Mehmûd Osman destpêkê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û got, “Êriş karekî dijminane ye. Tirkiye ti carî nikare sînorê Iraqê derbas bike, lê êriş û bombebaran, bûne karên rojane. Mixabin Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ti nerazîbûnê nîşan nadin. Tirkiye li her aliyê cîhanê dijminahiya Kurdan dike, peywendiyên Emerîka û Rûsya jî bi Tirkiyeyê re baş in û alîkariyê jî dikin. Tirkiye dijberê Kurdan e, ti alî nerazîbûna xwe nîşan nade. Sedemeke din a êrişan jî nebûna yekîtiyê ye. Ji bo vê, pêwîst e destpêkê Kurd bibin yek. Ji bo rawestandina êrişan, divê bi Hikûmeta Iraqê re were axaftin da ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwêst be.”

Statûya Başûr di metirsiyê de ye

Mehmûd Osman di dewama axaftina xwe de bal bire ser nebûna yekîtiya di nava gelê Kurd de û got, “Hêza me di yekîtiyê de ye, nebûna yekîtiya Kurdan, gelekî xirab e, ji ber ku nakokiya hizban, zirareke mezin digihîne Kurdan. Di heman demê de Îran, Suriye, Iraq û Tirkiye ji nebûna yekîtiya di nava Kurdan de sûdê werdigirin.”

Peywendiya niha zirarê dide Kurdan

Mehmûd Osman derbarê metirsiya li ser statuya Başûrê Kurdistanê de jî got, “Metirsiya herî cidî ya li ser statuya Herêma Kurdistanê, nebûna yekîtiyê ye. Welatên cîran statuya herêmê naxwazin, û dixwazin tiştekî bi navê statuya herêmê nemîne. Heger Kurd bi hev re nebin yek, ew ê bi destê xwe statuya herêmê wê hilweşînin. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê ketiye nav çar dijminan, ti kes ji wan dostê me Kurda nîne. Ev jî pirsgirêkeke gelekî mezin e ji bo Kurdan. Tirkiye û Îran du dewletên li dijî Kurdan in. Ez nabêjim bila peywendiyên me nebin, lê divê peywendî zirarê nedin Kurdan. Peywendiya ku zirarê bide Kurdan, gelekî xirab e, peywendiya niha zirarê dide Kurdan.”

Hewldan hemû ji bo azadiyê

Siyasetvanê Kurd Mehmûd Osman, derbarê tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan jî got, “Dîlgirtina Rêber Ocalan, komployeke navnetewî ya dijî gelê Kurd bû. Em her tim doza azadiya Rêber Ocalan dikin. Ji ber ku ti sûc nekiriye, dema Ocalan li Romayê bû, ez çûm gel û 3 şevan mam li wir. Gelek hewl da ku neçe Îtalyayê, lê Îtalya, Emerîka û Îsraîlê zextek mezin lêdikirin û bixwe jî gelek hewl da ku neçe. Lê çû.”

Mehmûd Osman da zanîn ku Rêber Ocalan bi awayekî neheq hatiye girtin û pêwîst e were azadkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hewldanên me hemû ji bo azadiya Rêber Ocalan bin, ji ber ku azadiya Rêber Ocalan, ji bo aştiya li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ocalan dikare aştiyê bîne, Ocalan jî her tim gotiye, ew amade ye ji bo aştî û diyalogê. Azadî mafê Ocalan e, lê Hikûmeta Tirkiyê vê nake. Ev zêdetirî du salan e ku rê nadin kes biçe Îmraliyê. Bi rastî jî ev neheqiyeke mezin e.”

NAVENDA NÛÇEYAN