Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e
Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:45

Ji beşdarên Konferansa Navneteweyî Yaser Edesa diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Aktivîsta TJAyê Çîmen Fîdan jî got ku jin dê pêşengiya pêvajoyê bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê li dar dixe. Ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cihanê kesayetên navdar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, hîqûqzan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de ezmûn û pêkanîna aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û axaftin.
Gelek partiyên siyasî, rewşenbîr, rojnameger, nûnerên komelê û saziyan jî tev li konferansê bûn. Temaşevan û guhdarên konferansê qala girîngiya konferansê û peyamên hatinê dayîn kirin.
Stranbêj Yaser Edesa destnîşan kir ku zêdetirî sed salan in Kurd li dijî binpêkirina mafên xwe têdikoşin û wiha got: “Kurd niha jî dixwazin bi aştiyê mafên xwe bi dest bixin. Heke aştî nebe, Kurd dê di nav lepên çar dewletan di nav şer de bijî, divê êdî ev nebe çarenûsa gelê Kurd. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û şer bê rawestandin. Îro bi vê minesabetê em tev li vê konferansê bûn. Kurd êdî naxwazin şer bikin, dixwazin bi aştiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha ji bilî azadiya Abdullah Ocalan, gelê Kurd nikare mafên xwe bi dest bixe. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî Ocalan di heman demê de nêzikatiya li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Abdullah Ocalan kesayetê herî bi bandor e ku ji bo çar aliyên Kurdistanê têdikoşe. Ji ber wê nikarin ji rêze nêzî Abdullah Ocalan bibin. Heke wisa nêzîk bibin çareser nabe. Ji bo wê em dibêjin, azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Dema em li serpêehatiyên Efrîkatê jî dinêrin pêvajoya li wir Mandela di girtîgehê de derxistin û gotin bi şertên wekhev de em li ser masayê rûnin. Divê pêvajoya vir jî wisa bibe.”
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû û wiha got: “Weke jinên Kurd wê demê jî me helwest û piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê nîşan da û ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêk were pêşengî ji xebatan re kir. Ji 27ê Sibatê heta niha di xebatên hatine kirin jinan jî rol û mîsyona xwe bi cih anîn. Di şer de berdelên herî mezin jinan daye. Di aştiyê de jî pêşengî li ser milê jinan e û jin vê pêşengiyê dikin. Ji bo ev pêvajo ber bi serî ve biçe dîsa em ê pêşengiyê bikin. Di konferansê de jî qala serpêhatiyên pêvajoyên cîhanî hat kirin. Mirov xwe di nav wan serpêhatiyan de dibîne. Hem moral û hem jî hez da me ku meriv bêtir xurt tev li pêvajoyê bibe.”
AW / STENBOL / BÎLAL GUNDUM-MAHMÛT ALTINTAŞ











