Azadiya Kurdistanê azadiya çanda Kurd e
Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:47

Parêzer û civaknasê Marksîst John Holloway anî ziman ku pêkan e ku mirov Marksîzmê bi rengên cuda binirxînin, bigihînin vê serdemê û got, "Lewma teoriya Abdullah Ocalan dike ku mirov jinûve li ser derfet û dibetiya şoreşê bifikire."
Parêzer, civaknas û fîlozofê Marksîst John Holloway ku bi nêzîkatiya xwe ya rexneyî ya li Marksîzm a Klasîk tê naskirin, destnîşan dike ku bidestxistina dewletê wê kapîtalîzmê hilneweşîne, berevajî wê jinûve wê hilberîne, lewma divê armanc ne desthilatdarî be, lê guhertina cîhanê be.
John Holloway ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat Stenbolê, axivî.
John Holloway destnîşan kir ku tevgera Zapatista û tevgera Kurd dişibin hev û anî ziman ku herdu tevger jî weke alternatîfa dewletê li ser rêxistiniya gel û civakê têdikoşin. Holloway diyar kir ku ji ber vê yekê ew tevlî pêşniyar û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe ku li hemberî amûra dewletê komunan destnîşan dike. Holloway got, "Bi Abdullah Ocalan re di gelek mijaran de em hemfikir in."
John Holloway li Tirkiyeyê destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd destpêkê ew matmayî hişt û got, "Bi taybetî dema ku min şert û mercên tecrîdê yên Abdullah Ocalan lê dihatin ragirtin û helwesta otorîter a hikumeta Tirk dida ber çavan, ne li benda rewşeke bi vî rengî bûm. Haya min ji hevdîtinên navbera Birêz Ocalan û hikumetê tine bû; bêguman jinûve destpêkirina pêvajoyekê ez şaş kir. Bêguman li gel matmayîbûnê vê rewşê weke pêşketineke gelekî girîng dibînim. Bi dîtina min, ji bo rizgariya Abdullah Ocalan û lîderên din ên Kurd, ji bo pêşvebirina çanda Kurd divê qadek bê avakirin. Ji ber ku azadiya Kurdistanê tê wateya azadiya çanda Kurd, vê gelekî girîng dibînim."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN / ZEYNEP KÛRAY















