Azadiya agahiyê tecrîd kirin

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:30

  • Rojnamevanên li Wanê: Em baş dizanin ku ev operasyon ji bo birrîna dengê Kurdan û muxalifan e. Çapemeniya azad li dijî ti polîtîkaya şer, zext û tundiyê serî natewîne û ji bo her rastiyê ji gel re ragihîne wê têbikoşe û berdela wê çibe bide.

21 kesên ku 20'ê wan rojnamevan in û doh di encama serdegirtina polêsên Tirk de li Amedê ew kiribûn nezaretê, xistin hucreyên yek kesî û hê di nezaretê de tecrîd kirin.

Polêsêbn dagirkeriya Tirk, li Amedê 20 rojnamevan 8'ê Hezîranê bi biryara Serdozgeriya Tirk a li Amedê, kirin nezaretê.

Di serdegirtinên pêr ên li Amedê de 20 kes hatin girtin û dagirkeran ew kirin nezaretê. Kesek jî ji heman dosyayê li Gebzeya Tirkiyeyê hatibû girtin. Ji van 21 kesan 20 rojnamevan in. Hat zanîn ku ew hemû  li hucreyên yek kesî hatine bicihkirin û destûr nayê dayîn ku parêzer xwe bigihînin dosyayên wan. 

Di rojekê de 20 rojnamevan girtin

Nehat eşkerekirin ka rojnamevan bi çi hatine tohmetbarkirin.

Navên rojnamevanên kirine nezaretê jî ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin. 

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Feynaz Koçuk jî li Gebzeyê hatibû girtin.

Dema piştevaniyê ye

Rojnamevanên li Wanê li dijî kirina nezaretê ya hevpîşeyên xwe yên li Amedê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê wan rojnamevan Adnan Bîlen daxuyanî da. 

Bîlen got, li dijî kedkarên çapemeniya azad ku berdêlên giran dane, konsepteke şer a nû xistine dewrê.

Bîlen bi bîr xist ku heman îdîayên derew û pûç ên berê hevalên wan ên rojnamevan ji ber wan ketibûn ber taqîba edlî, îro ji nû ve li dijî wan tên bikaranîn:“Ev îdia derew in û hewl didin balê bikişînin aliyekî din. Heke were bîra we dema beriya salek û nîvan rojnamevanên têkildarî du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin de nûçe çêkiribûn jî de heman manîpulasyon hatibûn kirin. Hevalên me di encama dadgehkirinê de beraet kirin heta Dadgeha Bilind jî biryara binpêkirinê da. Wê rojê jî dîsa medyaya alîgir û piştevanên wan serenavên ‘Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê’ nivîsîbûn û manîpulasyon kiribûn. 

Em baş dizanin ku ev operasyon ji bo birrîna dengê Kurdan û muxalifan e. Çapemeniya azad li dijî ti polîtîkaya şer, zext û tundiyê serî natewîne û ji bo her rastiyê ji gel re ragihîne wê têbikoşe û berdêla wê çi be bide. 

Banga me li her gelê li welat, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rojnamevanan e; werin li dijî vê rewşa derexlaqî hûn jî dengê xwe derxin.

Em bang dikin ku hevalên me demildest werin berdan û dibêjin em ê her tim li cem wan bin. Bijî çapemeniya azad.”
 
TGC´ê jî dengê hinekî derxist 

Cemîyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) jî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî kirina nezaretê ya rojnamevanan da. TGC’ê got, li welatekî ku çapemenî lê azad nebe mirov nikare behsa demokrasiyê bike: “Em dixwazin rojnamevanên hatine girtin demildest bên berdan.

Ev operasyon mînaka wê yekê ye ka çawa mirov hewl dide yek tîp rojnamevan yek tîp nûçe biafirîne. Divê mafê welatiyan ê agahdarkirinê neyê astengkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.