• Tevgera Azadî îsal biryar da ku parlamenteran bişîne Bexdayê. Ji bo vê jî ew ê destekê bide 4 namzetên serbixwe. Ji van namzetan 3 jin in û bi îdîa ne ku ji bo xizmeta miletê Kurd li parlamenê li dijî gendeliyê kar bikin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bernameya xwe ya ji bo hilbijartina Parlamenta Iraqê eşkere kir û ragihand ku wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibe. 

10’ê Cotmehê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartina pêşxwe ya Parlamena Iraqê a ji 329 endaman, bê lidarxistin. Li Hola Otel Dawa ya Silêmaniyê doh Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi merasîmekê bername û helwêsta xwe diyar kir. Tevgerê her wiha namzetên xwe yên serbixwe jî dan nasîn.

Di civînê de hevserokên Tevgera Azadî, endamên wê, saziyên ragihandinê û rojnamevan amade bûn.

Di destpêkê de hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah got, “Ji bo desthilat were cezakirin, divê xelk biçe ser sindoqên dengdanê. Ji ber ku şewitandina deng û boykotkirina hilbijartinê, xizmetê ji bo vê desthilata bertîlxwir û gendel re dike. Ji bo vê, em bang li welatiyan dikin da ku bi coş û moraleke bilind biçin ser sindoqên dengdanê û deng bidin nûnerên rasteqîn ên gel.”

4 namzetên Tevgera Azadî hene

Piştre hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Tara Hisên axivî û got, “Rexneyên me li wan kom û nûneran hemûyan hene yên ku dema bihurî çûn parlamena Iraqê. Ji ber ku li gorî me, gelek kêm xizmet ji welatiyan re kirin. Lewma me bernameyek têr û tijî ji bo dema bê ya parlamenê amade kiriye. Ji bo xizmetkirina pirsgirêkên jinan, jîngeh, qutê xelkê, mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê. Ji van namzetên me 3 jin in. Jinên bi îrade ne û ew dikarin nûnertiya me hemûyan bikin. Em daxwazê ji welatparêzan hemûyan û ji tevahiya aliyên ku namzetên wan nîne dikin, bila piştgiriya namzetên me bikin.”

Ji Hewlêr û Dihokê namzet nînin

Di merasîmê de her çar namzetên Tevgera Azadî ku wê serbixwe tevlî hilbijartinê bibin, derketin ser dikê û xwe dan nasîn.
Navê namzetên Tevgera Azadiyê wilayetên ku lê dikevin hilbijartinê û rêza wan a namzetiyê wiha ye:
Mihemed Hesen: Namzetê serbixwe, hejmar 29, bazinê 4 ê herêma Raperînê.
Şîrîn Ebdullah: Namzeta serbixwe, hejmar 33 bazinê 1 ê parêzgeha Kerkûkê.
Ronak Mecîd: Namzeta serbixwe, hejmar 24  bazinê 2 ê parêzgeha Silêmaniyê
Yusra Receb: Namzeta serbixwe, hejmar 23, bazinê 5 ê Silêmaniyê.

Ji ber ku PDK bi awayekî neqanûnî xebatên siaysî yên Tevgera Azadî asteng dike, li van her du parêzgehan nikare eşkere çalak be. Tevî ku di daxuyaniyê de behsa wê nehat kirin jî, sedema nîşannedana namzetan ji van herdu parêzgehan dibe ku zexta bi destê PDK´ê be.

SILÊMANÎ