• Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo Aysel Tugluk a nikare di hepsê de ragirtî be pirsî, "Tiştên hûn tînin serê Aysel Tuglukî, tolhildana çi ye?" û wê xwest Tugluk demildest bû berdan.  

Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo Aysel Tugluk a nikare di hepsê de ragirtî be pirsî, "Tiştên hûn tînin serê Aysel Tuglukî, tolhildana çi ye?" û wê xwest Tugluk demildest bû berdan.  

Aysel Tugluk li hepsa Kandirayê ya Tîpa F tê girtin, û hişê wê ji serê wê çû, nikare di hepsê de bimîne daxuyaniya nivîskî belav kir. Hat zanîn li ser daxwaza Aysel Tugluk, hewl hatiye dayin ku nexweşiya wê neyê bihîstin, lê belê ji ber her ku diçe rewşa wê ne baş dibe, pêdivî pê hatiye dîtin, daxuyanî bê dayin: "Li go raporên pisporan bi vê  nexweşiyê nabe ku Aysel Tugluk di girtîgehê de bimîne. Nexweşiya Aysel Tugluk ji ber ku her bi pêş ve diçe, loma jî jiyana wê dikeve tehlûkeyê. Hinek sedemên sereke yên bûye, sedema windakirina hişê Aysel Tugluk polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dijminatiya dewletê ya li dijî Kurdan e.

Aysel Tugluk dema parêzertî dikir li ku derê binpêkirina mafan heba, berê we dida wê derê. Têkoşîna wê ji jinan re bûye feyz. Gotina ´Ji bo Aysel Tugluk Edalet´ li dijî siyaseta mirinê ya îqtîdarê, parastina siyaseta jiyanê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin û em dibêjin, bila demildest Aysel Tugluk bê berdan. Em bang li jinan dikin ku li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê em biparêzin."  

ENQERE