Ax û fîxana li ser erdhejê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Sibat 2023 - 01:58

ADNAN BÎLEN/MA/MEREŞ

 

Bîragenî gundê nivîskar Fîganî ye, yê ku bi strana “Ax û Fîgan Dîlber” tê nasîn. Xelkê Bîragenî dibêje, “Mîna ku Fîganî gotiye, em jî êdî dibêjin Ax û Fîxan.” 

Ji ber erdhejê gundên navçeya Elbistanê ya Mereşê vala bûne, kes li wan nemaye. Pirr hindik kes mane. Hê jî tengezariyên li hin gundan dewam dikin. Yek ji van gundan jî gundê Bîragenî û Dervîçîmlî ne. Gundê Bîrageniyê gundê nivîskar Fîganî (Alî Hakî Edna) ye. Ew bi strana xwe ya “Ax û Fîgan Dîlber” tê nasîn. Ji mêj ve, xelkê gund tim ji gund koçî bajarên din û derveyî welat dikin. Di erdhejê de gund bi temamî vala bû. Mal û axûrên gund hilweşiyan e û yên mane jî kes nikare li wan bimîne.  

Li gund tenê du malbat mane. Ev malbat jî dibêjin, heke çareserî bo wan neyê peydakirin ew dê ji gund koç bikin. Malbat neçar in ku heywanên xwe bixin axûrên xesar li wan bûye û heta niha ti rayedar neçûye gundê wan. Xelkê gund gotinên Fîganî bîr dixin û dibêjin, “Em jî êdî weke ku mamoste Fîganî gotiye, dibêjin, Ax û Fîgan.”

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.