Avesta: Mîmarê pêvajoyê Rêber Apo ye
În 5 Îlon 2025 - 16:00
- Sozdar Avesta ragihand ku peyamên ji Îmraliyê têne dayin ji bo paşeroja pêvajoyê krîtîk in û got, “Kesê ku pêvajoyê dimeşîne Rêber Apo ye. Diviya heya niha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bihata dabînkirin.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên Stêrk TV'yê:
Di destpêkê de ez di şexsê Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG), pêşeng û rêberê têkoşîna Rojavayê Kurdistanê rêheval Nûreddîn Sofî, Fermandarê Akademiya Apollo hevrê Koçero Ûrfa, rêheval Bahtiyar Gabar, Fermandarê Eyaleta Rojavayê Zapê rêheval Mordem Çewlîg de ku di demên dawîn de şehadeta wan hate îlankirin û herî dawiyê jî endamê Komalên Ciwan rêvehal Çiya Rizgar ku bi nexweşiyekê şehîd bû, tevahiya şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê bi rêzdarî, hurmet, minetdarî û bêrîkirin bi bîr tînim û li ber bîranînan şehîdan bejna xwe ditewînim. Em deyndarên van lehengan in.
Girêdayî banga Rêber Apo, Tevgera me di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir. Her wiha di navbera 5-7’ê Gulanê de Tevgera me kongreya xwe li dar xist û di 12’ê Gulanê de encamên kongreya xwe bi raya giştî re parve kir û PKK’ê weke tevger fesixa xwe îlan kir. Nabe ku mijara hevdîtinên bi Rêber Apo re weke tişteke jirêzê were fêmkirin. Ji ber ku mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Kesê ku pêvajoyê dimeşîne Rêber Apo ye. Diviya heya niha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bihata dabînkirin. Ji ber ku pêvajoyeke wisa dihat meşandin ku Tevgera Azadiyê bi salên dirêj têkoşîna wê meşand û a niha jî em di nava têkoşîneke wisa de ne ku bi tenê Rêber Apo dikare li ser navê Tevgera Azadiyê vê pêvajoyê bi rê ve bibe û pêş bixe.
Çavên her kesî li ser komîsyona li parlamentoyê hatiye avakirine. Komîsyon bi rastî jî weke ku Rêber Apo pêşniyar kir, rol û mîsyona Rêber Apo ji bo vê komîsyonê difikirî û da diyarkirin. Ger komîsyon bi vê erka xwe rabûya wê niha gelek astengiyê li pêşiya pêvajoyê hatibûn rakirin. Armanca komîsyonê ew e ku astengiyên ku li pêşiya pêvajoyê hene yek bi yek derxe holê, li ser raweste û karibe wana ji holê rake. Di nava civakê de jî hêviyê ava bike, baweriyê ava bike. Xwişk û biratiya gelan ava bike û karibe li pêşiya vê pêvajoyê jî wê hevgirtinekê çêbike.
Nedemokratîkbûna komarê bi çi ve girêdayî ye? Weke ku qeydek li lingê xwe şidandiye, di esasê xwe de pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê rast nehatiye pênasekirin, nav lê nekirin û çareserî pêş nexistin barê Tirkiyeyê zêde kiriye û weke xûzekî li ser pişta wî ye. Ji ber vê dewletê her tim dahata gel û çavkaniyên xwezayî ji bo berovajîkirina pirsgirêka Kurd û bi rê û rêbazên di bin navê ewlehiyê de çareser bike pêşkeşî hêzên derve kir. Bi dehan salan wisa kir. Çete neman ku bi wan re hevkarî nekir. Li Tirkiye û Kurdistanê çi kiryarên derveyî demokrasiyê hene bi pêş xistin û di bin navê ewlekariyê de pirsgirêka Kurd bi rêbazê tundiyê û qirkirinê bitepisîne. Çavkaniya xwe ji nedemokratîkbûnê, ji pênasekirina nerast, serde neçûnê û çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.
Mijarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê helbet girîng e. Çareseriya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re dikare bê çareserkirin. Ji bo wê niha rayedarên dewleta Tirk û dewleta Tirk astengiya herî mezin a li Sûriyeyê ne. Divê mirov binê vê xêz bike. Çima asteng in? Ji ber ku AKP dixwaze Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di bin destê wî de be û wekî tê gotin eyarê bidê. Ji bo berjewendiyên xwe hem ên navxweyî û hem jî yên herêmê dixwaze bi kar bîne. Ji bo pirsgirêk li herêmê bêne çarerserkirin divê destpêkê destê xwe ji vir bikşîne. Mesela 10’ê Adara 2025’an de di navbera fermandarê QSD’ê û Colanî de peymanek ji 8 xalan pêk dihat li pêşiya raya giştî hat îmzekirin. Roja piştî bi pêşengiya Wezîrê Karê Derve yê Tirk şandeyek demildest çû Şamê û li Şamê destûrek bingehîn îmze kirin û belav kirin. Demildest mudaxale kirin û ji holê rakirin. Mesela di vê pêvajoyê de jî demên dawî ji bo peyama 10’ê Adarê pêk were di navbera wan de hinek hevdîtin çêbûn. Em dişopînin. Wezîrê Karê Derve yê Tirk gefên çawa xwarin. Dîsa Erdogan gefên çawa xwarin. Dixwazin gengeşiya li Sûriyeyê berdewam bike.
Niha di destpêka pêvajoya civaka demokratik û aşitiyê de Rêber Apo qala civaka Êzidî kir û ronesansa wê kir û li ser vê peyamê li Şengalê du konferans hatin lidarxistin. Û di serî da wan kesên ku tevlî konferansê bûn û ew konferans lidarxistin ez wan silav dikim. Û dîsa gelê me yê Şengalê ku bê navber yanzdeh sal in têkoşînê dimeşîne ez bi rêzdarî silav dikim û berxwedana wan pîroz dikim.
Ez bawer im gelê me wê perspektîfa Rêber Apo, bi civaka demokrat û aştiyê, bi ronakbûnê, bi ronakbûna Êzidî wê gav bi gav di Şengalê da pêşbixe. Li ser vî esasî, ez vê banga xwe dîsa dubare dikim û ew ê ser vî esasî bi serkevin. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN