Avesta êdî bi Kurdî ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Gulan 2021 - 03:34

Kurdiya kitêba pîroz “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” hat çapkirin. Celîl Dustxah ev kitêb ji çapê re hazir kiriye. Celîl Dustxah ev kitêb weke du cîld bi Farisî amade kiribû. Pirtûka Avesta wek edîsyoneke baş tê zanîn, û niha Tahir Agûr ew wergerand Kurmanciyê.

Kitêb ji Weşanên Avesta derçûye û wiha hatiye danasîn; “Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike. Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.