Mihrîcan bersiva asîmîlasyonê ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 00:55

  • Adar Taş têkildarî Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar kir kuli dij polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê mîhrîcanê bi Kurdî ye û got: ”Ev mîhrîcan li dij asîmîlasyonê bersivek e.”

ROZA METÎNA / AMED

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ya bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, dewam dike. Mîhrîcan bi pêşengiya Şaredariya Tetwanê ve tê lidarxistin û îsal 57’emîn car e pêk tê.

Hevberdevka Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê Adar Taş têkildarî mîhrîcanê nirxandin kir. Adar Taş a bal bir ser armanca lidarxistina mîhrîcanê û naveroka wê wiha got:” Me xwest ev mîhrîcan li dij valahiyê bibe bersiv.”

Bernameyeke berfireh a bi Kurdewar

Adar Taş di destpêkê de behsa naveroka bernameyê kir û wiha got:” Xebatên ji bo vê mîhrîcanê jî bi qasî mehek du mehan dewam kirin. Di komisyonê de hem xebatkarên şaredariyê hem jî endamên saziyên civaka sîvîl cihê xwe girtin. Ji bo fikir û ramanên gelê Tetwanê jî di nava vê mîhrîcanê de cihê xwe bigire me komisyon berfireh girt dest. Bi qasî 12 kesî di vê komisyonê de hene. Me dirûşm û naveroka mîhrîcanê jî li gor komisyonê amade kir. Me komisyon ava kir şûnde me nîqaşên xwe kir. Me got di warê, muzîk, şano, hunerê de em ê bernameyan li dar bixin. Her wiha me got di warê jin, ciwan, zarok û xwezayê de jî em ê xebatên berfireh bikin. Li ser mafê mirovan, li ser aştiyê me bername li dar xistin. Êvarî jî bêtir bi şano û derketina ser dikê ya hunermendan derbas dibe. Jixwe hunermendên tevli bernameyê dibin jî kurd û kurdewar in. Bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevli bernameyê dibin. Bernameyeke wiha berfireh derket holê.”

Rengê jinê derket holê

Adar Taş bi lêv kir ku divê jin hîn xurtir tevli mîhrîcanê bibin û wiha pê de çû:”Naveroka vê bernameyê jî bi sekna jina ku di nava civakê de girêdayîye. Her wiha gelek tişt bi jinan ve girêdayîne. Qirkirina xwezayê, qirkirina zimên, qirkirina hişmendiya ciwanan, qirkirina çand û hunerê hemû bi meseleya jinê ve girêdayîne. Loma jinan di vê mîhrîcanê de peyama têkoşîna li dijî her cureyên qirkirinê dan. Ev bername bi hişmendiya jinê ve hatiye amadekirin. Di komisyona ji bo mîhrîcanê de jî jinên xurt û kedkar cihê xwe girtin. Jin bi taybet li ser bernameyê sekinînin da ku tiştekî zayendperest dernekeve holê. Me di vê mîhrîcanê de her tişt wekî pîvanê girt ber çavên xwe. Loma divê bi taybet jin li dijî qirkirinan gotinekê bibêjin. Me got em ê vê mîhrîcanê bi rengê jinê li dar bixe. Loma divê jin hîn xurtir û zaftir tevli vê mîhrîcanê bibin. Da ku em di salên pêş de ji bo jin, ciwan,zarok û civakê bernameyên hîn baş derxin holê.”

Xelk li benda mihrîcaneke wiha bû

Adar Taş bi lêv kir ku ew bi cidîyetekê nêzî vê mihrîcanê bûne û wiha dewam kir:”Ev qasî 12 salî ye me mîhrîcaneke wiha li dar nexistibû. Ji ber şert û mercên aboriyê û pirsgirêkê wekî dinê me nikaribû mîhrîcan li dar bixista. Lê gel jî li benda mîhrîcaneke wiha bû. Me xwest bi qasî gelê li Kurdistan û Tirkiyeyê tevli vê bernameyê bibe amadekariyê bikin. Me bername berfireh girt. Me xwest ev mîhrîcan li dij valahiyê bibe bersiv. Me xwest em ji hêviya gel re bibin bersiv. Loma me karê xwe bi awayekî cidî girt dest.”

Mîhrîcan bersiva li dij asîmîlasyonê ye

Adar Taş da xuyakirin ku yek ji armanca mîhrîcana wan têkoşîn û sekna li dij polîtîkayên asîmîlasyonê ye û wiha pê de çû:”Bi rastî jî li tevahiya Kurdistanê di warê hunereke azad de valahiyeke mezin heye. Desthilatdar ji xeynî fikr û ramana xwe nahêle kes nefesê bigire. Derfetê nade xebateke mûxalîf. Dema ev xebateke kurdî be sansur dike, qada wê digire, astengiya derdixe. Jixwe ev yek bi salan e wekî polîtîkayekê li dij ziman, çand û hunera Kurdî dimeşe. Loma ev mîhrîcan girîng e û gelek pirsgirêkên civakê jî bi çarçoveyekê derdixe holê. Me bernameyeke Jineolojiyê di mîhrîcanê de li dar xist. Ev li dij hişmendiya mêr bersivek bû. Ji bo ciwanan jî me xebat li dar xist. Ji ber astengî li dij wan jî heye. Me li hember tiryakê jî çalakiya ajotina duçerxeyê li dar xist. Li dij polîtîkayên asîmîlasyonê me bername li dar xist. Niha bi rastî li Tetwanê zimanê sûkê ne bi Kurdî ye. Me li ser zimanê Kurdî jî panelek li dar xist û em li ser asîmîlasyonê sekinîn. Li dij polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê mîhrîcana me jî bi Kurdî ye. Cil û bergên me jî ji aliyê sîstemê ve tê astengkirin loma me bi cil û bergên kurdî bi lêdana erbaneyan bernameyek li dar xist. Ev mîhrîcan bersiva li dij asîmîlasyonê ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.