Bi wêneyan doz û nasnameyê diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 18:30

  • Ebdela Cafer (25) ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ye, xwedî behreyeke bêhempa ye ku êş û azaran vediguerîne berhemên hunerî. Ew derçûyê Fakulteya Avahîsaziyê ye.

Cafer li Helebê ji dayik bûye û mezin bûye, lê ew bi xwe ji gundê Kurka yê Mabata ya Efrînê ye.

Behremendiya Cafer di dema xwendinê de dest pê kir, ji her tim jê diht xwestin ku teşe û şeklên geometrîk û endezyarî xêz bike, ji wê demê de wî behremendiya xwe ya xêzkirin û nîgarkêşiyê dest pê kir.

Cafer ji bo huner xwe amûrên pispor bikar tîne. Ew bi awayekî bedew karakter û sembolên Kurdî ku nasnameyê wî nîşan dide xêz dike. Cafer bi hunera xwe dîrokek, têkoşîn û bedewiya çandî, her wiha têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê, nîşan dide.

Têkoşîna jinan bala wî dikşîne

Têkoşîna jinên Kurd naverokeke sereke ya wêneyên hunermend Ebdela Cafer e û hêzê dide van wêneyan, wî wêneya şehîd Arîn Mîrkan bi awayekî bedew xêz kiriye, her wiha têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan jî di wêneyên wî de diyar e.

Cafer dibêje wî carekê wêneya şervaneke Kurd li ser tîşortê xwe çap kir. Wêne bala kesên li dora wî kişand, û hin kesan jî ew wêne li ser cilên xwe çap kirin.

 

 

Şêweyên nû yên hunerê

Wêneya wî ya yekem, bi şêwaza Scribble Dark Art bû, ku wêneya zarokekî digirî bû. Wî ew di sala 2024`an de çêkir. Wê salê ew demekê ji dayika xwe dûr ket, lewma ew wêne xêz kir. Wî xwest bêrîkirina xwe bîne ziman, Cafer der barê wê tabloyê de got: "Em jî zarokên ku bêriya hembêzek germ, stargehek ku me biparêze dikin. Em Kurdistanek azad û yekgirtî dixwazin."

Ebdela Cafer beşdarî pêşangeh û çalakiyan hunerî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bû, û hunera wî ji hêla xelkê ve bi xweşbîn hatin pêşwazîkirin, vê yekê hişt ku hîn bêhtir xwe pêş bixe û jêhatîyên xwe yên hunerî baştir bike. Cefer hêvî dike ku wêneyên xwe li seranserê cîhanê nîşan bide.

li kêleka xwendin û karên xwe yên hunerî, Cafer endamê komeke folklorê ye ku di şahî û çalakiyan û govendên Kurdî de pêşkêş dike. Ew jî hewldaneke wî ya ji bo parastina nasname û çanda Kurdî ye.Cafer peyamek jî da û got: "Nasnameya xwe winda nekin, wê bi behremendiyên xwe biparêzin, çi bi çekên xwe be çi bi dengê xwe be, çi bi pênûsa xwe be, çi jî bi hunera xwe.” ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.