Avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê !
Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:20

Nîqaşên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ku ji Cotmeha sala borî ve hilbijartin hatiye kirin negihiştiye ti encamekê. Nelihevkirina li ser wezîfeyên hikûmetê û şerê li ser medyayê ya di navbera PDK û YNK’ê de nakokî kûrtir kirine.
Roja 20’ê Cotmeha 2024’an Hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Di hilbijartinê de PDK, YNK û Nifşê Nû bi ser ketin. PDK’ê 39, YNK’ê 23 û Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xistibûn. Aliyên mayî jî li gorî dengên xwe kûrsî bi dest xistibûn.
Parlementoya Herêma Kurdistanê piştî 43 rojan 2’yê Kanûna 2024’an cara yekem li hev civiya. Di civînê de Parlementeran sond xwar. Ji bo rûniştina duyem serokê demkî yê Parlementoyê bang kir. Lê Koma PDK, YNK’ê û pêkhateyan amade nebûn. Ji ber vê yekê karê yasayî temam nebû. Ji wê rojê heta niha ne deriyê Parlementoyê hatiye vekirin û ne jî parlementer li hev civiyane.
Piştî 3 mehan bi şûn ve PDK û YNK ji bo şêwazê rêvebirina hikûmeta Herêmê li hev kirin û projeyeke nivîskî amade kirin. Piştre nîqaşên li ser wezîfeyên hikûmetê hate kirin. YNK’ê daxwaza gelek wezîfeyan kir ku berê di destê PDK’ê de bûn. Nîqaş negihiştin ti encamekê û sekinîn. Nîqaşên avakirina hikûmetê ketin piştî hilbijartina dema 6’an a Parlementoya Iraqê.
Ji hilbijartina ewil a sala 1992’yan heta 2024’an di avakirina hikûmetê de tim paş mane. Vê carê di avakirina hikûmetê de pir dem paş ket û nêzîkî dema paşketina sê kabîneyên dema borî li pey xwe bihêle.
Kabîneya 1’ê 47 roj hate paşxistin, ya 2’yan 98 roj, ya 3’yan 94, ya 4’an, 245 roj, ya 5’an, 282 roj, ya 6’an 406 roj, ya 7’an 407 roj, ya 8 409 roj, ya 9’an 408 roj û kabîneya 10’ê jî nêzîkî 400 roje hatiye paşxistin.
Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo jinûve domandina nîqaşan hewldanên navbeynkariyê tê kirin. Mixabin hewldan bê encam man. PDK li pişt perdeyê û derve nîqaşan li gel aliyên din dike ku bikare bê YNK’ê hikûmetê ava bike. Di vê hewldanê de jî bi ser neket.
Niha divê PDK û YNK an bi zexta hêzên gel an jî hêzek navnetewî neçar bimînin ku vegerin ser maseya danûstandinan. An jî divê PDK daxwazên YNK'ê qebûl bike û kursiya Wezîrê Navxwe radestî YNK’ê bike.
Lê vê yekê meseleya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê aloztir kiriye. Meqamên li Bexdayê ku para Kurdan in, bi taybetî jî meqamê Serokomariyê. Bi gotineke din, divê PDK û YNK li ser meqamên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de jî nîqaş bikin. Mesûd Barzanî di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek caran gotiye ku rewşa berî û piştî hilbijartinan cuda ye û ew ê wekî berê bi YNK’ê re danûstandinan nekin.
Tiştê ku pirsgirêk girantir kiriye û avakirina hikûmetê dereng xistiye ew e ku têkiliyên di navbera PDK û YNK'ê de di demek dijwar re derbas dibin û di navbera wan de şerekî medyayî yê dijwar heye. Nakokiyên di navbera herduyan de kûrtir bûne, perspektîfên çareserî û avakirina hikûmetê hîn jî ne diyar in.
Têkçûna avakirina hikûmeteke nû gelek encamên neyînî li ser jiyana welatiyan, jiyana siyasî û karê parlamentoyê çêkiriye. Hikûmet ji hemû lêpirsîn û çavdêriyê dûr e, biryaran li gor dilê xwe dide, pere û dewlemendiya welat dûrî çavên parlamentoyê xerc dike.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN















