Avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Mijdar 2023 - 00:47

Rêveberiya Xweser avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê ku wê di demeke nêz de ji bo xwendekaran bê vekirin, bi dawî kir.

Xebatên avakirina avahiyeke taybet a Zanîngeha Kobanê di sala 2018'an de dest pê kir û piştî demekê rawestiyan, lê par Rêveberiya Xweser biryara domandina projeyê heta dawiyê da.

Rêveberê projeyê endazyar Nezmî Mihemed destnîşan kir ku di 2018'an de piştî ku Rêveberoya Xweser mîlyonek dolar ji bo avakirinê û 700 hezar dolar ji bo temamkirina pêdiviyan wek budce amade kir, projeyê dest pê kir. 

Mihemed diyar kir ku ev proje têra hezar xwendekaran dike û got: "Karên avakirina binesaziyê bi dawî bûn, tenê qîrkirina rêyên derdora wê û danîna torên elektrîkê mane û ew jî wê di mehekê de bi dawî bibin. Di avahiya nû de nêzî 30 hol hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e. Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê; 2 beş ji bo xwendekaran û beşek ji bo rêveberiyê, her wiha holeke ji bo 400 xwendekaran, holeke pirtûkxane û xwendinê hene."

Dewama Zanîngeha Kobanê roja 22’yê Cotmehê li avahiyeke demkî ya bajarê Kobanê heta amadekirina avahiya nû dest pê kir. Li Zanîngeha Kobanê 2 beşên wêjeyî û zanistî hene ku ji 12 beşên fakulte û peymangehan pêk tên. 

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.