Av li girtîgehê zengarî diherike

Pêncşem 20 Sibat 2025 - 02:55

Ozgur Sevim di 22'yê Çilya 2025'an de bi malbata xwe re ragihandibû ku ava girtigehê nayê vexwarin û gotibû: “Tu paqijî ya girtîgehê nîn e û mirov nikare di nav van şert û mercan de bijî. Dema ku em van pirsgirêkan bi îdareyê re parve dikin, îdare cezayê disiplînê li me dibire.”

Ozgur Sevîm di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de, 31ê Gulana 2016an hat binçavkirin û girtin. Dadgeha Cezayên Giran a 4emîn a Mêrdînê bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekpareya dewletê”, “kuştina bi zanebûn”, “zirardayina malê cemaweriyê” û “madeyên talûke bêyî destûrê li cem xwe girtiye” cezayê muebeta girankirî û 15 sal ceza lê birîbû. Ceza di 11ê Cotmeha 2022yan de ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin.

Ozgur Sevîm niha li Girtigeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Ozgur Sevîm di 22'ê Çileya 2025'an de bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî bû û bal kişand bû binpêkirinen mafên ku li Girtîgeha Kirşehîrê tên kirin.

Ava vexwarinê zengarî diherike

Girtî Ozgur Sevîm bi rêya telefonê ve bi malbata xwe re axivî û bal kişand li ser binpêkirina mafan. Dayika Ozgur Sevim, Behiye Sevîm têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku îdareya Girtîgeha Kirşehîrê guhê xwe li hemberî daxwazên girtiyan girtî ye û nêzîkatiya kêfî ya girtîgehê li hemberî girtiyan berdewam dike û got: “Kurê min geriya û dîsa got ku pirsgirêkên 22'ê Çileya 2025'an me parve kirin, nehatine çareserkirin û îdare dîsa bi kêfî nêzîkî me dibe. Ava vexwarinê hê jî zengarî diherike û ji ber vexwarina avê em hemû nexweş dikevin. Tiştên vir biha ne pênc qatên derve li wir difiroşin.”

Behiye Sevîm diyar kir ku ji bo mafên binpêkirinê dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Malbatên Girtiyan bidin û got: “Divê demildest ev pirsgirêk bên çareserkirin.”

Ozgur Sevim di 22'yê Çilya 2025'an de bi malbata xwe re ragihandibû ku ava girtigehê nayê vexwarin û gotibû: “Tu paqijî ya girtîgehê nîn e û mirov nikare di nav van şert û mercan de bijî. Dema ku em van pirsgirêkan bi îdareyê re parve dikin, îdare cezayê disiplînê li me dibire”

AJANSA WELAT/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.