Projeya ava vexwarinê ji bo taxên Kobanê derbasî qonaxa xwe ya dawî bû ku tê payîn herî zêde 3 hefteyên din av bigihîje xelkê.
Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê ji Cotmeha sala bihurî ve dest bi projeya ava vexwarinê ji bo 3 taxên bajarê Kobanê kiriye. Projeya "Hewza Miştenûrê" bi armanca bidawîkirina zehmetiyên xelkê di peydakirina ava vixwarinê de dest pê kir.
Di projeyê de hewzeke avê li girê Miştenûrê hat avakirin û toreke nû ya avê li taxên şehîd Kawa, Botan Şerqî û Meqtelê hat dirêjkirin.
Gerînendetiyê, qonaxa pêşî ya projeyê bi dawî kir. Di vê qonaxê de, heykelê hewzê li girê Meştenûrê bi lêçûna 181 hezar dolarî û firehiya hezar û 400 metrekabî ava kir. Hewz derbasî qonaxa ceribandinê û komkirina avê bûye.
Berî çend rojan, proje derbasî qonaxa xwe ya dawî bû ku dezgeyên gerînendetiyê piştî dirêjkirina xetên sereke yên di navbera hewzê û taxan de, dest bi xebatên girêdana wan bi tora di nava taxan de kirin.
Gerînendetiyê destnîşan kir ku piştî 3 hefteyan wê av bigihêje xelkê û dema tecrubeyê dest pê bike. Her wiha wê çavdêriya çekirina avê û toran bike.
ANHA/KOBANÊ