Atak li erdê gêr kirin

În 5 Tebax 2022 - 21:39

  • Ber bi salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîla jî zêde dibin.

Ber bi salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîla jî zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Wekî din piştrast bû ku helîkoptereke êrişê ya tîpa Atak jî hate xistin û wesayîteke zirxî hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê de ya ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dike, derbên giran li dagirkeran dixe. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de helîkoptereke Atak hate xistin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin. Di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de derb li kepçe, helîkoptereke Skorsky û dronekê jî hat xistin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çalakiyên ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger tên kirin, neçar maye û sûcên xwe yên şer didomîne. Di vê çarçoveyê de Qadên Berxwedanê 42 caran bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer, 12 caran bi balefirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatine bomberdûmankirin.”

HPG´ê li ser xistina helîkopterê got, “Me di daxuyaniya ya 4’ê Tebaxê de diyar kiribû helîkoptereke êrişê dema ku xwestibû Qada Berxwedanê ya Girê Fm bombe bike, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li helîkopterê dan.

Tîmên me teqez kirine ku helîkoptera êrişê ya Atak piştî ku derb xwariye, ketiye xwarê.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.