• 1506 rewşenbîrên Kurd bi danezaneke hevpar gotin, "Şerê navxweyî ji bo Kurdan tofan e, wê piştî 100 salî derfetên dîrokî ji holê rake” û banga diyalogê li hêzan hemûyan kirin.

Êrişa hêzên çekdar ên PDK'ê ya li ser qadên gerîla yên li herêma Garê, tirs û fikareke mezin a şerê naxweyî xiste nava raya giştî ya Kurd. Lewma ji hingî ve bi çalakiyan, bangawaziyan û bi kampanyayan di vî warî de alî têne hişyarkirin.

Herî dawî 1506 akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, doktor, hiqûqnas, pêşengên bawerî û rûsipiyên ji çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat danezaneke hevpar weşandin.
Danezana ku bi sernavê "Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye" hate weşandin, wiha ye:
"Di van rojên dawî de, bilindbûna rakêşa navbêna PKK-PDK'ê ya bi awayekî xeter, di nava kurdan de rê li metirsiyên kûr vedike. Encama vê wê bandora xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hemûyî bike û ev dibe pirsgrêkeke neteweyî û herêmî.

Çareserî bi diyalogê dibe

Di vê pêvajoyê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin, ji bo kurd di welatê xwe de bibe xwedanê mafê jiyana azad, em bawer dikin ku li ser armanc û stratejiyeke hevpar partî, rêxistin û hêzên leşkerî yên Kurdan hemû werin cem hev ew ê pêk bê.
Lewma kurdên li welat û yên li diasporayê hemû, dixwazin bi rêya diyalogê pirsgrêkên navbêna partî û hêzên kurdan werin çareserkirin û di vê çarçovê de em her kesî vedixwînin ku bi berpirsiyarî tevbigerin.
Em rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û nivîskarên Kurd ên îmzeyên me li jêr in jî, naxwazin weke temaşeker rawestin li himber vê rêveçûna xeter a navenda wê Başûrê Kurdistanê ye, em ji bo diyalogek avaker û hevkarî û piştgriya navxweyî, hemû aliyên têkildar vedixwînin hewldanê û xîretê.

Şerê navxweyî tofan e

Dîtina me ew e ku pêkhatina şerekî navxweyî, ji kurdan re ji bilî tofanê tiştekî nayne û piştî 100 salî ev derfetên dîrokî ku derketibûn holê, ew ê heba bibin. Gelek eşkere ye ku şerê navxweyî yê kurdan, di serî de dewleta tirkan, ew ê bibe xizmet ji neyarên kurdan re. Dewleta Tirk a dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin, ji bo ji krîza xwe ya dewleta netewe rizgar bibe û bi vê re hemwext stratejiya xwe ya dagirkirina Kurdistanê û kokqelandina Kurdan temam bike.

Ji aliyê din ve, di pêvajoya jinûvedizaynkirina Rojhilata Navîn de, tasfiyekirina siyaseta kurdan a ku xurt bûye û her wiha bê statuhiştina kurdan, ji xwe re kiriye armanc. Ji bo pêşîgirtina vê rêvçûna xeter, em bang li Kurdên li welat û yên li diasporayê û raya giştî ya Kurd hemûyî dikin ku li şûna li pêvajoyê temaşe bikin, bila înîsiyatîfê hilgirin û dest bavêjin vê pêvajoyê!"

NAVENDA NÛÇEYAN