• Înternasyonalîsta Norwêcî: Gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê alîkarî da welatên rojava. Tevî vê yekê jî bêdengiya van welatan a li hemberî êrişên li dijî Rojava durûtî ye. Dema Kurd rastî êrişan tên, hûn ji bîr dikin. Hûn radibin bi wan welatan re yên ku Kurdan bombebaran dikin, xelkê sivîl dikujin, tifaqan çêdikin û li dijî êrişan bêdeng dimînin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê Pierre Barbier û Seroka Ciwanên Gewez ê Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen, bal birin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û wan got, hem ji bo çareseriya meseleyê û hem jî ji bo azadiyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û Ocalan fizîkî azad bibe. Her du jî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyivîne.

Ji welatên cuda gelek delegasyonên welatên derve û nûnerên partiyên gelek welatan tev li kongreya asayî ya 4´an a HEDEP´ê (Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan, Partiya Çep a Kesk a berê) ya 15’ê Cotmehê bûn. Di yekê ji van heyetan de Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê (Parti de Gauche) Pierre Barbier jî cihê xwe digirt.

Barbier dibêje, gelê Fransayê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan a 25 salan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, bi gelê Kurd re ye. Barbier, wiha peyivî: “Tecrîdkirina Ocalan, li dijî hiqûq û mafên navneteweyî ye. Haya xelkê Fransayê ji rewşa Ocalan a li girtîgehê heye.”

Di dewamê de Pierre Barbier, qêrîna ji bo azadiya fizîkî ya bi hezaran kesan a ji bo Abdullah Ocalan weke “hêrseke aştiyane” pênase kir û wiha pê de çû: “Gelê Kurd biisrar e ku rêberê wî azad bibe. Min ev yek dît. Hêrseke pirr mezin heye lê di heman demê de ev hêrseke aştiyane ye. Ji ber ku zêhniyeta li Tirkiyeyê ya halê hazir, protesto dikin û dixwazin biguherînin. Ev hêrsa ji bo daxwaza guherandinê ye.”

 

‘Ocalan çareseriyan  pêşkêş dike’

Barbier, bal bire ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya meseleya Kurd de û axaftina xwe wiha qedand: “Sedema esasî ya ragirtina Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de, sekna wî ye. Ne tenê Kurdan, lê gelek kesan temsîl dike û ji bo guherandina civakê gelek tiştan dike. Ya ku hikûmeta Tirk ditirsîne jî ev e. Fikr û bîrdoziya ku Ocalan pêşkeş dike, çareserkirina pirsgirêkên civakê pêşkeş dike. Lewma Ocalan tê tecrîdkirin. Heke Ocalan azad bûya, heta niha gelek tişt li Tirkiyeyê wê biguheriyana.” 

 

Tecrîd çareseriyê asteng dike

Seroka Ciwanên Gewez ê Norwêcê, Liv Muller Smith-Sivertsen jî di heyeteke ji Norwêcê de bû. Wê jî got, Abdullah Ocalan tecrîdkirî be aştî wê li Rojhilata Navîn çênebe.

Liv Muller Smith-Sivertsen, têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Wê got, “Armanca welatên ku Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin ew bû ku pêşiyê li ber Tevgera Azadiyê ya Kurd bigirin, nehêlin Kurd azad û serbixwe bibin. Ji bo rizgariya gelê Kurd, pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye. Aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn jî bi vê yekê pêkan e. Heta ku Ocala tecrîdkirî be, pirsgirêkên Kurdan û Filistînê dê çareser nebin.”

 

Ocalan divê fizîkî azad be

Di dewamê de Liv Muller Smith-Sivertsenê got, Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan têdikoşe: “Welatên Ewrûpî Ocalan terorîze kirin û li dijî Ocalan cotstandardî kirin. Weke terorîst binavkirina Ocalan, ji bo welatên rojavayî û Ewrûpî yên mêtinger, rêya herî hêsan e. Ev cotstandartî ye. Ocalan, ji bo rizgariya gelê xwe têdikoşe û ne sûcdar e. Beriya her tiştî divê mafê peywendîdanînê bê naskirin. Lê belê divê azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bê û ew bikare biçe cem malbat û gelê xwe.” 
 

Beramberî Rojava durû ne

Di dewamê de Liv Muller Smith-Sivertsenê bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “durûtî” pênase kirin. Wê, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê alîkarî dan welatên rojava. Tevî vê yekê jî bêdengiya van welatan a li hemberî êrişên li dijî Rojava durûtî ye. Dema Kurd vê têkoşînê dimeşînin, hûn li cem wan cih digirin lê dema rastî êrişan tên hûn ji bîr dikin. Hûn radibin bi wan welatan re yên ku Kurdan bombebaran dikin, xelkê sivîl dikujin, tifaqan çêdikin û li dijî êrişan bêdeng dimînin. Dema em nerazîbûnê nîşan didin jî hûn hewl didin me bêdeng bikin. Em, jinên Kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, weke sembola azadiyê dibînin û serfiraz in ku li cem wan cih digirin û ji bo cîhaneke adilane bi hev re têdikoşin.”

ENQERE